Grûpên çekdar li Efrînê 1.5 milyon dar birîne

Grûpên çekdar li Efrînê 1.5 milyon dar birîne

.

A+A-

Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê di nava 3 salan de, nêzîkî milyonek û 500 hezar dar li herêma Efrînê birrîne, ji wan 650 hezar darên zeytûnan in.

Goristana zarokana li navçeya Meydanê ya herêma Efrînê ku dikeve navbera herdu gundên Welîka û Gazê, tenê termên zarokan tê de tên veşartin.

Çavkaniyeke taybet ji herêmê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku çekdarên grûpeke Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê, bi fermandariya Ebû Esed, darên vê goristanê bi berdewamî dibirin.

Li herêma Efrînê,18 milyon darzeytûn hebûn, 6 sed û 50 hezar darzeytûn ku ji sedî 4 darzeytûnên Efrînê pêk tîne li ser destê grûpên çekdar hatine birîn, herwiha 8 sed hezar darên daristanî jî hatine birîn.

Endezyarê çandiniyê û lêkoler Henîf Reşîd, derbarê çandinî û aboriya darzeytûnên herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, birîna daran ziyaneke mezin li herêmê kiriye.

Endezyarê çandiniyê Henîf Reşîd got “berî ku ev grûpên çekdar werin Efrînê di dora 18 milyon darên Zeytûnan hebûn, aniha pîştî sala sisêyan li ber çavên leşkerên Tirkan dora 700 hezar darên daristanê hatine qutkirin û 650 hezar darên zeytûnan hatine birîn. Bi rastî van grûpn ziyaneke pir mezin dan heremê.”

Li gorî çavkaniyên ku ji herêma Efrînê ji Rûdawê re axivîne, beşeke mezin ji darên ku tên birîn, fermandarên grûpên çekdar li nav herêmê wekî êzing bazirganiyê pê dikin. Beşeke din jî ji bo navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê ji bo firotinê tên şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin