Grûpên çekdar bacê ji kesên ku vedigerine warên xwe distînin

Grûpên çekdar bacê ji kesên ku vedigerine warên xwe distînin

.

A+A-

 Li nahyeya Mabata ya Efrînê, çekdarên Siltan Silêman Şah ku weke Emşat têne naskirin baca zorane li ser welatiyên ku vedigerin malên xwe ferz dikin.

Ednan Mûrad Mistefa, mafnas û endamê Komîteya Şêwirê ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye ku bi xwe xelkê nahiya Mabata ye, ji Rûdawê re behsa mîkanîzma standina baca zorane welatiyan kir.

Her wiha eşkere kir ku grûpa Emşat alîgirên el-Cebhe el-Şamiye ji Mabeta derdixe û alîgirên xwe li şûna wan bi cî dike.

Xelkê herêma Efrînê ku piştî dagîrkirinê ji neçarî koçber bûbûn her ku derfetekê bibînin bi dilgermî vedigerin ser mal û milkê xwe. Lê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê fişarên mezin didin ser wan û bacên zorane yên giran li ser wan disepînin. Herî dawî li nahiyeya Mabata, çekdarên Siltan Silêman Şah ku bi Emşat tên naskirin bac li ser welatiyên vegeryayî sepandine.

Ednan Mûrad Mistefa, mafnas û endamê Komîteya Şêwirê ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye ji Rûdawê re mîkanîzmaya sepandina baca zorane ya bi ser welatiyan de şîrove kir.

Endamê Komîteya Şêwirê ya PDK-S Ednan Mûrad Mistefa anî ziman, “Ji mehekê vir ve ye gelek kes vedigerin ser mal û milkên xwe. Ji kesên ku vedigerin dibêjin herin emniyetê, destûra xwe çê bikin, heger çênekin jî her roj wan digirin û îşkence dikin. Dema ku diçin ji bo ku rewşa xwe bêjin, pereyan ji wan werdigirin ku hezar dolar û jortir e. Ji ber tirsê kes naxwaze navên wan werin gotin.”

Mistefa yê ku bi xwe xelkê nahyeya Mabata ye ji Rûdawê re aşkere kir ku grûpa Emşat alîgirên el-Cebhe el-Şamiye ji nahyeyê der dike.

Endamê Komîteya Şêwirê ya PDK-S Ednan Mûrad Mistefa got, “Li Efrînê her grûpekê ji xwe re cihek ava kiriye, dema grûpek ji cihekî derdikeve û yeka din diçe wir, xelkê ji wir derdixin ji bo ku alîgirên xwe bînin. Duh li Mabata 15 malbat qewitandin, îro li gundê Husê malek derxistin, bihêz û çekan tên û wan derdixin.”

Heta niha nêzî %60 ji xelkê herêma Efrînê ji neçarî koçber mane. 100.000 koçber li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê dimînin. 90.000 ji wan li bajar, bajarok û gundên navçeyê niştecî ne. 10.000 ji wan di nava 5 kampan de li navçeyê niştecî ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin