Grûpên çekdar 5 welatiyên Kurd li Efrînê girtin

Grûpên çekdar 5 welatiyên Kurd li Efrînê girtin

.

A+A-

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li navçeyên cuda cuda yên Efrînê 5 welatiyên Kurd girtine ku 3 kes ji wan bi tohmeta karkirina ligel Rêveberiya Xweser hatine girtin. Çekdaran welatiyek bi navê Yûsif Mehmûd Osman jî piştî îşkenceyê berdane.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “çekdarên grûpa Hemzat a ser bi Tirkiyê ve welatiyê bi navê Yûsif Mehmûd Osman girtin û piştî îşkenceyê ew berdan.”

Ibrahîm Şêxo diyar kir ku ew welatiyê Kurd xelkê “gundê Girzîlê yê ser bi nahyeya Şêrawa” ya Herêma Efrînê ye, û “di demekê de ku li ber pezê xwe bûye çekdarên grûpa Hemzat wî digirin.”

Di heman çarçoveyê de, çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyê bi navê Şukrî Xelîl Ibrahîm xelkê gundê Xaltan ê ser bi nahyeya Cindirêsê ya Efrînê ve girtine û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gundê Dêr Suwanê yê ser bi nahyeya Şeran jî grûpa bi navê Polîsên Leşkerî ji 31ê Adara 2022an ve 3 welatî bi navên Arif Nebî Dawûd, Ehmed Leylê û Hesen Neisan Berazî girtine.

Çekdaran ew her sê welatî bi “karkirina ligel Rêveberiya Xweser” tometbar kirine.

Heta niha çarenivîsa wan her sê welatiyên Efrînî jî ne diyar e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin