Graham û Nêçîrvan Barzanî: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bên parastin

Graham û Nêçîrvan Barzanî: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bên parastin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham re tekezî li ser parastina mafên Kurdan a di destûra nû ya Sûriyeyê de kir.

Civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê de berdewam dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham û şandeyeke Kongreyê re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser civinî daxiyaniyek da.

Di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û bipêşxistina hevkariya hevbeş a di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê yên ji bo piştgiriyên berdewam ên Amerîka û Kongreyê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kirin.

"Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye"

Şandeya Kongreya Amerîkayê bal kişand ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê û diyar kir ku Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye li navçeyê.

Şandeyê her wiha piştgiriya xwe ji bo Îraqê, parastina statuya Herêma Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û parastina aramî û seqamgiriya welêt nîşan da.

Sûriye Kurd

Yek ji mijarên sereke yên civînê rewşa Sûriyeyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê bû

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin:

"Serok Nêçîrvan Barzanî û şandeya Kongreya Amerîkayê tekezî li ser parastina mafên Kurdan û pêkhateyan di dema niha û di destûra paşerojê ya Sûriyeya yekgirtî de kir."

Li gorî daxuyaniyê bipêşketinên dawî yên ewlehiyê û metirsiyên terorê mijareke din a civînê bû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin