
Graham ji bo Kurdan pêşniyareke dîrokî pêşkêşî Kongreyê dike
.
Senatorê payebilind ê Amerîkî Lindsey Graham ragihand ku ji bo parastina Kurdan li hemberî gefên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ew dê projeyasayeke nû pêşkêş bike û cezayên giran li ser aliyên êrişkar ferz bike.
Lindsey Graham îro di daxuyaniyekê de bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û diyar kir ku ew rewşa xirab a li wî welatî bi fikareke mezin dişopîne.
Graham hişyarî da ku Kurd di bin gefa "hikûmeta nû ya Sûriyeyê" de ne ku li gorî wî "hevpeymana Tirkiyeyê ye."
Senatorê Komarî tekez kir ku destberdana ji Kurdan dê bibe karesat ji bo navûdeng û berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê.
Graham di daxuyaniya xwe de got, "Kurd hevpeymanê me yê sereke bûn di têkbirina xîlafeta DAIŞê de."
Projeyasaya Rizgarkirina Kurdan
Lindsey Graham eşkere kir ku ew dê vê heftiyê ji bo parastina Kurdan pêngaveke yasayî biavêje.
Graham got, "Ez dê vê heftiyê projeyasayekê pêşkêş bikim ku armanca wê ferzkirina cezayên giran (felcî) e li her hikûmet an komeke ku dest bi dijminatiyê li dijî Kurdan bike."
Navê vê projeyasayê wekî "Yasaya Rizgarkirina Kurdan" (The Save the Kurds Act) hate diyarkirin.
Piştgiriya her du partiyan
Li gorî baweriya Lindsey Graham, ev projeyasa dê li Kongreya Amerîkayê piştgiriyeke xurt a her du partiyan (Demokrat û Komarî) werbigire.
Graham her wiha destnîşan kir ku divê ev yasa xwedî hêz û bandor be da ku encamê bide û got, "Li benda agahiyan bin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin