Graham bersiv da Hakan Fîdan: 'Hûn di cîhana xeyalan de dijîn'

Graham bersiv da Hakan Fîdan: 'Hûn di cîhana xeyalan de dijîn'

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê aloziyên herêmê de peyamên aramiyê dan lê Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham bi tundî bersiva wî û welatên herêmê da.

Senator Lindsey Graham li ser medyaya civakî bersiv da hişyariyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku gotibû rejîma Îranê bi destwerdana leşkerî nayê hilweşandin û şerekî muhtemel dê bibe sedema karesatek herêmî.

"Hûn di cîhana xeyalan de dijîn"

Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham li ser gotinên Fîdan û helwesta welatên herêmê nerazîbûneke tund nîşan da û ew bi "jiyana di cîhana xeyalan de" bi nav kirin.

Graham di daxuyaniya xwe de bangî Tirkiye, Qeter û Misirê kir û wiha got:

"Ji wan welatan re ku qaşo hevalbendên me yên herêmî ne: Eger hûn bifikirin ku piştî vê hemû nerazîbûna gelê Îranê, hiştina Ayatulah û rejîma wî ya qatil li ser desthilatê fikreke baş e, hûn di cîhana xeyalan de dijîn."

"Ev Naziyekî olî ye"

Senatorê Komarî di berdewamiya axaftina xwe de rêberê Îranê wekî "Naziyekî olî" pênase kir û got:

"Êdî dem derbas bûye ku herêm bi wêrekî û bi hevgirtî li dijî Ayatulahê qatil bisekine ku gelê xwe qetil dike û Naziyekî olî ye.

Ji Tirkiye, Qeter, Misir û yên din re: Xwesteka we ya parastina statukoyê û nedîtina daxwazên mafdar ên gelê Îranê, li gorî min, li dijî berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ye û her wiha li dijî ehlaqê mirovahiyê ye jî."

"Alîkarî di rê de ye"

Lindsey Graham di dawiyê de gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump bi bîr anîn û got:

"Serok Trump gotibû, 'Xwenîşandanan bidomînin, alîkarî tê.'

Ew dê li aliyê rast ê dîrokê cih bigire. Ez bawer im ku ew zilamê gotina xwe ye. Azadî ji bo Îranê."

Fidan çi gotibû?

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di weşana zindî ya ku beşdar bûbû de, derbarê aloziya Îran-Amerîkayê de gotibû:

"Heya niha metirsiyeke nêzîk a şer xuya nake. Ji bo pêşîgirtina li karesatekê em çi ji destê me tê dikin" û wiha gotibû:

"Bi êrişeke asmanî rejîma Îranê narûxe. Êrişeke mezin a li ser Îranê dê bibe sedema lêdana binesaziyên enerjiyê û dê bibe sedem ku şer bêkontrol belav bibe. Ev dê bibe karesatek."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin