Gonul Dîlan ji ber nîşankirina ‘Herêma Kurdistanê’ ji fîlmekê hat derxistin: ‘Nijadperestî ye’

Gonul Dîlan ji ber nîşankirina ‘Herêma Kurdistanê’ ji fîlmekê hat derxistin: ‘Nijadperestî ye’

.

A+A-

 Hunermend û lîstikvana Kurd Gonul Dîlanê ragihand ku ew ji ber konsereke ku sala 2017an li Herêma Kurdistanê dabû û wekî cihê ku lê ye nîşan kiriye, ji projeya fîlma Aşik Veysel hatiye derxistin.

Gonul Dîlanê ev yek wekî “cihêkarî û nijadperestî” bi nav kir û got:

“Ez vê daxuyaniyê didim çimkî eger ez bêdeng bim ez dê vê cihêkariyê normal bikim.”

Gonul Dîlanê li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyaniyek belav kir û mijar ji raya giştî re parve kir.

Dîlanê diyar kir ku çend meh berê ji bo rola jina yekem a hozanê navdar ê Tirk Aşik Veysel di fîlmeke sînemayê de pêşniyar jê re hatiye kirin û wê jî bi kelecaneke mezin ev pêşniyar qebûl kiriye.

Hunermenda Kurd da zanîn ku ew ji bo projeyê amade bûye, senaryo xwendiye, beşdarî lansmanê bûye û ji bo danasînê hevpeyvîn jî dane.

Lê piştî demekê, bêyî ku were agahdarkirin, ew ji bo setê nayê vexwendin û paşê ji kesên din dibihîse ku ji projeyê hatiye derxistin.

Gonul Dîlanê li ser sedema derxistina xwe ya ji fîlmê got:

“Tişta ku ez fêr bûm, dilê min bi kûrahî birîndar kir û ez mat mam.

Sedem ew bû ku min ji bo çalakiyeke navneteweyî ya ku salên borî beşdar bûbûm, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî cihê ku lê bûm -Herêma Kurdistana Îraqê- wekî cih parve kiriye.”

“Ez lîstikvan im, jin im, Kurd im”

Gonul Dîlanê berteka xwe wiha anî ziman:

“Belê, hîn jî li Tirkiyeya 2025an, tam di pêvajoya ku behsa aştî û biratiyê tê kirin de, lîstikvanek ji ber nasnameya xwe ya etnîkî dikare ji projeyeke hunerî bê derxistin.

Hîn jî hêviyên me yên ji bo aştî, wekhevî û biratiyê tên şikandin.

Ez lîstikvan im. Jin im. Kurd im. Lê beriya her tiştî ez mirov im. Û ev rewşa ku ez tê de me, eşkere cihêkarî ye, nijadperestî ye.”

Hunermenda Kurd di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola hunerê û anî ziman:

“Ez vê daxuyaniyê didim, çimkî heger ez bêdeng bimînin dê vê cihêkariyê asayî bikim. Ez dê bêdeng nemînim.

Divê huner her kesî li xwe bigire. Huner ne ji bo cudakirinê, ji bo yekkirinê heye.

Dûrxistina min a ji vê projeyê ne tenê li hemberî min, li hemberî hemû rengên cuda yên vî welatî neheqiyek e.”

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin