Girtiyên ku hewl dabûn xwe bikujin sewqî girtîgehên din kirine

Girtiyên ku hewl dabûn xwe bikujin sewqî girtîgehên din kirine

.

A+A-

10 girtîyên li Girtîgeha Cureya L ya Bi Hejmar 5a Silîvriyê girtîne ku gardiyanan îşkence li wan kiribûn û teşwîqî xwe kuştinê kiribû, sewqî girtîgehên din kirin e.

Şandeya Şopandinê ya Girtîgehên Herêma Marmarayê rapora xwe ya çavdêrîyê ya têkildarî binpêkirinên mafan li Girtîgeha Cureya L ya Bi Hejmar 5a Silîvriyê li Komeleya Mafên Mirovan(IHD) a Şaxa Stenbolê aşkere kiriye.

Parêzer Gulseren Yolerî, Seroka Şaxa Stenbolê ya IHDyê ser navê şandeyê daxûyanî daye.

Yoleriyê diyar kiriye ku wan bi pêkanîna serdanana îddiayên teşwîqa xwekuştinê û îşkenceyê yên ku di çapemeniyê de cih girtine piştrast kirine.

10 girtî hatine şandin

Yoleriyê destnîşan kiriye ku 10 girtiyên gardiyanan îşkence li wan kiribû û ew teşwîqî xwe kuştinê kiribûn, sewqî girtîgehên din kirin e û weha gotiye:

“Şandeya me di 14ê Nîsanê de çû Girtîgeha Bi Hejmar 5 a Silîvriyê û xwestin bi 10 girtiyên ku navên wan di bûyerê de derbas dibe û bi rêvebiriya girtîgehê re hevdîtinê pêkbîne. Fermanberê wezîfedar got, heke hûn girtiyên ku navên wan di medya civakî de derbas dibe dipirse, hemû ji bo girtîgehên din hatin sewqkirin.”

"Li ser daxwaza me ya hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê re; hat gotin ku rêvebirî di hevdîtinekê de ne û hevdîtin wê dereng biqede.  Piştre ji wan re hat gotin ku ji ber karê zêde wê nikaribin ji bo hevdîtinê randevûyê bidin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin