Girtiyek jin û 4 girtiyên mêr hatine darvekirin

Girtiyek jin û 4 girtiyên mêr hatine darvekirin

.

A+A-

Li girtîgehên “Adil Abad”a Şîraz û “Destgerd”a Îsfehanê girtiyek jin û 4 girtiyên mêr hatin îdamkirin. Li gor amarên mafê mirovî, bi vî awayî îdamên par digihîjine 701 kesan.

Pêka Saziya Mafê Mirovî ya Îranê, roja Çarşemî 16ê Xakelêweya 1402an a Rojî, sê kes yên bi navên “Yûsif Cume Husênî, Kazim Resûlî û Elî Husên Sadiqzade” bi tohmetên madên hişber di girtîgeha Adilabada Şîrazê de hatine darvekirin.

Herwsia di dawiya sala derbasbûyî de wate li 28ê Reşemeya 1401an a Rojî, du girtî ku yek ji wan jin bû, di girtîgeha “Destgerd”a Îsfehanê de hatibûne darvekirin.

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê daye zanîn, di sala 1401an a Rojî de, aliyê kêm 710 girtî di girtîgehên rejîmê de hatine darvekirin. Di nav wan girtiyên hatinî bidarvekirin de, aliyê kêm 19 jin têne xuya.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin