Girtiyê Nexweş yê ku 2 meh berê tehliye bûbû miriye

Girtiyê Nexweş yê ku 2 meh berê tehliye bûbû miriye

.

A+A-

Cezayê Ehettîn Kaynar ji ber nexweşiya wî hatibû taloqkirin. Kaynarî koça dawî kiriye.

Girtiyê nexweş Ehettîn Kaynarê 73 salî ku piştî di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêrê ketiye cezayê wî 6 mehan hatiye taloqkirin û beriya du mehan hatibû berdan, miriye. 

Ehettîn Kaynar bi iddiaya ku di “Komîsyona Edaletê ya KCKê” de cih girtiye cezayê girtîgehê yê muebbetê lê hatibû birîn, piştî di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêrê ketiye cezayê wî 6 mehan hatiye taloqkirin û di 2ê Ilonê de ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hatibû berdan. Kaynar duh bi şev li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê ku lê dihat dermankirin miriye. 

Li Îdirê 13 kes ku Ferzende Elbî (73), Mehmet Çelîk (75), Abdûlmecît Kaya (72), Abdûllah Ateş (71), Ehettîn Kaynar (73) û Kerîm Boran (78) jî di nav wan de bi îdiaya di nav "komîsyona edaletê" de cih girtine derbarê wan de doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran hatibû vekirin û di meha Nîsanê de bi dawî bûbû. Di dozê de 4 kes hatibûn beraetkirin û li 9 kesan jî bi sedan sal ceza hatibû birîn. Elbî, Ateş, Kaynar û Boranê ku bi sûcê "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê li wan hatibû birîn, çendî nexweşînên wan ên giran hene jî di meha Nîsanê de hatibûn girtin. Ehettîn Kaynar ê di çarçoveya dosyayê de negirtî dihat darizandin, di 2ê Nîsana 2021an de hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatibû girtin. 

Kaynar ê girtî di Gulana 2022'yan de ji Girtîgeha Edîrneyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hate kirin. Kaynar ê di girtîgehê de her ku çû rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, di encama hewldanên malbata wî de di 27'ê mijdarê de sewqî Beşa Gastroenterolojî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yildirim Beyazit a Enqereyê hate kirin. Di encama tetkîkên li nexweşxaneyê hatin kirin, hate hînbûn ku Kaynar di asta 4emîn de bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Kaynar, piştî tetkîkên li nexweşxaneyê hatin kirin, sewqî nexweşxaneya di nava Girtîgeha Kampusa Sîncanê de hate kirin. 

 Hatiye xwestin ku bişîne ATKê 

Rapora ku piştî teşhîsa penceşêrê ji aliyê şandeya nexweşxaneyê ve hate amade kirin, bi daxwaza berdana Kaynar, ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re hate şandin. ATKê di encama raporê de xwest Kaynar sewqî ATK'a Stenbolê bê kirin. Lê nexweşxaneyê, bersiv da ku rewşa Kaynar ewqas girane ku nikare wî bişînin ATK'a Stenbolê. Li ser vê yekê ATKê xwest ku jinûve raporeke şandeyê bê amadekirin. Li Nexweşxaneya Yildirim Beyazit jinûve tetkîk hatin kirin, raporeke 2'yemîn a şandeyê hate amadekirin û ji ATK'ê re hate şandin. 

Lijneya Îhtîsasê ya ATK'ê bi rapora duyemîn a şand di çarçoveya xala 16/2'yan a Qanûna Derbarê Înfaza Bergiriyên Ceza û Ewlehiyê yên bi hejmara 5275'an de biryara taloqkirina ceza ya 6 mehan da. Piştî biryarê Kaynar di 2'yê îlonê de hate berdan. 

“Di girtîgehê de bi sedan nexweş hene”

Ehettîn Kaynar ê piştî hatiye berdan di nav nivînan de bi ajansa mezopotamyayê re axivî bû û gotibû: "Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene, nayên dermankirin, perîşan in. Li cihê ku ez lê bûm, nexweşxane dibêje 'cih nîne' û kesê qebûl nake."

Hezar û 605 girtiyên nexweş hene

Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin