GIRTINA MADURO - Fransayê hişyarî da, Brîtanya kêfxweş e û Çîn daxwaza berdanê dike

GIRTINA MADURO - Fransayê hişyarî da, Brîtanya kêfxweş e û Çîn daxwaza berdanê dike

.

A+A-

Piştî ku Amerîkayê Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro desteser kir, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku li Venezuelayê "dîktatorî bi dawî bûye" û piştgiriya xwe ya tam ji bo serdema nû nîşan da.

Macron bi serkirdeya mixalefetê ya Venezuelayê Maria Corina Machadoyê re hevdîtin kir û tekez kir ku divê pêvajoya veguhastinê di bin serokatiya Edmundo Gonzalez de were birêvebirin.

Serokkomarê Fransayê ragihand ku Fransa dê ji bo azadiya girtiyên siyasî û avakirina demokrasiyê li kêleka gelê Venezuelayê be.

Dengvedana operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya ku tê de Nicolas Maduro û hevjîna wî hatin girtin û ji Venezuelayê hatin derxistin didome.

Fransa, bidawîhatina desthilata Maduro wekî "rizgarbûna gelê Venezuelayê ya ji dîktatoriyê" bi nav kir û piştgirî da pêvajoya demokratîk lê li aliyê din derbarê rêbaza operasyonê hişyariya "hiqûqa navneteweyî" da Amerîkayê.

Macron: Dîktatorî bi dawî bû

Emmanuel Macron ragihand ku wî bi Maria Corina Machadoyê re pêwendiyeke telefonî daniye.

Macron piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û kêfxweşiya xwe ya ji bo bidawîhatina desthilata Maduro anî ziman û got:

"Min niha bi Maria Corina Machadoyê re hevdîtin kir.

Ez bi temamî piştgiriyê didim banga wê ya ji bo berdana girtiyên siyasî û parastina wan.

Wekî hemû Venezuelayiyan, ew jî dikare pişta xwe bide Fransayê ku dengê veguhastineke aştiyane û demokratîk bilind bike."

Macron di daxuyaniya xwe ya berê de jî gotibû, "Gelê Venezuelayê îro ji dîktatoriya Nicolas Maduro rizgar bû û tenê dikare ji vê yekê kêfxweş bibe."

Fransa her çi qas di warê siyasî de piştgiriyê dide bidawîhatina serdema Maduro jî lê Wezareta Karên Derve ya Fransayê bertek nîşanî derxistina serokê dewletekê ya bi operasyoneke leşkerî ya biyanî da.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot diyar kir ku operasyona Amerîkayê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Barrot li ser hesabê xwe yê Xê tekez kir ku Fransa serweriya gelê Venezuelayê diparêze lê çareseriyên siyasî yên mayînde nikarin bi hêza leşkerî ya derve werin ferzkirin û anî ziman:

"Operasyona leşkerî ya ku bû sedema girtina Nicolas Maduro, prensîba bikarneanîna hêzê ya ku bingeha hiqûqa navneteweyî ye bin pê dike."

Brîtanya: Em qet xemgîn nînin

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî diyar kir ku welatê wî demeke dirêj e piştgiriyê dide guhertina desthilatê li Venezuelayê û da zanîn:

"Me Nicolas Maduro wekî serokekî ne rewa didît û em ji ber bidawîhatina rejîma wî qet xemgîn nînin.

Hikûmeta Brîtanyayê dê rojên pêş me bi hempîşeyên xwe yên Amerîkî re li ser rewşê biaxive da ku veguhastineke ewle û aştiyane ji bo hikûmeteke rewa were dabînkirin."

Çîn: Divê demildest werin berdan

Çînê bang kir ku Nicolas Maduro û hevjîna wî yên ku bi operasyona leşkerî ya Amerîkayê hatine desteserkirin demildest werin berdan.

Wezareta Karên Derve ya Çînê ragihand ku ew ji ber revandina Maduro û hevjîna wî ya bi zorê "gelekî bi fikar in."

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku kiryara Amerîkayê binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û Peymannameya Neteweyên Yekbûyî ye.

Çînê di daxuyaniya xwe de got:

"Em bangî Amerîkayê dikin ku ewlehiya şexsî ya Serok Nicolas Maduro û hevjîna wî misoger bike, wan demildest berde û dev ji hewldana rûxandina hikûmeta Venezuelayê berde."

Çi bûbû?

Li Caracasa paytexta Venezuelayê dengê teqîn û balafiran hatibû bihîstin.

Birêvebiriya Venezuelayê Amerîka bi êrişkirina li ser tesîsên sivîl û leşkerî tohmetbar kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku wan êrişeke berfireh li dijî Nicolas Maduro pêk aniye û Maduro û hevjîna wî ji welêt derxistine.

Wezîra Dadê ya Amerîkayê Pam Bondiyê jî eşkere kiribû ku derbarê Maduro û hevjîna wî Cilia Floresê li Amerîkayê gilî hatiye tomarkirin û bi "terora madeyên hişbir û qaçaxçîtiya kokayînê" tên tohmetbarkirin.

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin