Geştname: 7 -  Sengaw, Piştê 22 Salan Xewnek Cihê Xwe Digre

Geştname: 7 -  Sengaw, Piştê 22 Salan Xewnek Cihê Xwe Digre

.

A+A-

h-015.jpg

Hozan Bengi

Me êvara 18.06.2003 daxwazîya malavayîyê kir, ji ber ku eva çend roj bû em li Kerkûk bûn û di rastî da me dikarîya gelek rojên din jî bimînin.

Ji alîyek ve me hûrik hûrik kara rê dikir û ji alîyê din ve jî, me lê dixebitîya, da Kek Ehmed Ezîz û malbata wan têbigehînin, ku divê em derkevin û li ser geşta xwe berdewambin. Me didît, ku her cihek yan bajarek dikare bibe “davek/davikek (feq)” ji bo me û me li wê û di cih da bihêle. Lê em bi biryar bûn, ku wê şevê derkevin. Me dixwest demek zûtir taksîyek bigrin û berê tarîtî dakeve, em ji wan navçeyan dûr bikevin, ku dikarin bi şevan bi metirsî (xeternak, tehlîke) bin. Hêj di hindek rêyan da, çete û çekdar hebûn û rêyan digirtin ji bo dizî û şelandinê. Hêj em di amadekarîyê da, ji derî ve Ferhad Sengawî ket hundir.

Ferhad Sengawî dostek minê kevne. Li sala 1981, ku Ferhad yek ji wan zîrektirîn spîkerên radyoya YNK bû û yek ji wan bihêztirîn ajîtatoran bûye, ku min heta roja îro jî dîtîye, em çendîn mehan di yek jûr da nivistine (radizan,dixewîn). Ji alîyê gelek kesan ve hatîye gotin, ku “nîvê serhildanan bi tena serê xwe Ferhad Sengawî bûye”. Evî min bi çavên xwe jî dîtîye û bi guhê xwe jî bîhîstîye; ku dema Ferhad dihat ber microfonê, dibû agir û pêt û dengê wî pêl bi pêl hemû deşt, gelî, çîya gund û bajar dihejand û dixist nav agirê. Her carê min guhdarî dikir, mûyên cendekê min hemû req radibûn ser pê û wek strîyan lê dihat û hemû cendekê min bi kurîzî dilerizîya... Eva, ji alîyê gelek hevalên min ve jî hatîye gotin.

Ferhad niha li Danmark dima. Herçend me hevdû kêm jî didît, lê dema em rastê hev dihatin, me dîsa dilovanîya berê nîşan hev dida . Hevdîtina me û Ferhad niha û li Kerkûk min dilxweşkir. Ferhad lê dixebite, ku xebat û nivîsên xwe bi ser hev da kom bike û çap bike. Ji ber wî jî hatibû ba Kek Ehmed, ku hindek nivîsên Ferhad, jê ra print bike. Dema Ferhad zanî, ku em li ser rê ne û dixwazin ber bi bakûr ve rêbikevin, yekser pêşnîyarkir, da bi otomobîla xwe me bibe bo Silêmanî. Em wesa têgehîştin, ku rêya wî jî, wê da ye û dixwaze em jî li gel bin û bi vî jî gelek dilê me xweş bû. Lê paşî derket, ku ne wesaye...

Me gotin û biryara xwe yekkir û em hindek jî bi derengî bi rê ketin. Em gehîştine derveyê bajêr û min li paş xwe ve nihêrî û bîr kir; ”Gelo carek din, ku ez vegerim, tu yê di kîjan rewşê da bî ?”. Hinde têkilhevî hebû, hinde guman hebû, hinde gotin û gotinok hebûn, ku li cihê em bigehine zanyarîyekî li ser dahatû ya Kerkûkê, pirsîyar û gumanên mirov pirtir û berfirehtir dibûna. Lê dîsa jî hêvîyên rûşen di kuncekî dilê min da diçirisin...

Em gehîştin navçeya, ku ji gir û girikên rût û tût pêk hatîye. Ji bo xwedê, darek, yan devîkek jî xuya nedikir. Ferhad jî, hêdî hêdî destpê dikir û li ser navçe û cihên, ku me di ber ra dajot, zanyarîyan didame. Zanyarîyên Ferhad çend diçû bêtir û berfirehtir dibûna. Demek hat, ku Ferhad hemû bûyerên di navbera Pêşmerge û hêzên rejîma Sedam da, hûr hûr û bi hemû alîyan ve ji mera digot. Him serpêhatîyên xwe û him jî serpêhatîyên pêşmergan, heta biçûktirîn hûrikî (detalye) yan ve, li gor ku di bîra wî da bûn, bi awayekî çîrokî yê xweş ji me ra digot. Li ser her girê, her kevîyê, her, gelî û kort û kendalê çîrokên wî hebûn... Hat bîra min, ku Ferhad her tiştekî, ku dixwend yan dibihîst, di bîra xwe da dikola û tim di bîra wî da dima. Bi vê awayê jî, Ferhad dikarîya, wan girên mirî û rût û tût, jîndar û rengîn bike.

Em hêj di rê da, ji min ra got ;

”Hozan ! tê bîra te, ku min li Tûjele – cihê ku di salên destpêka 80’ yan da radyo, ragehandin û çapxana YNK li wê bû û ez û Ferhad jî li wê, li radyo yê diman – xewn û daxwazek xwe ji te ra gotibû ?”

Min pirsî;

“Kîjan ?” (ji ber ku em herdû jî, wan deman, hêj xortên nûhigahî bûn û Ferhad hêj ji min jî xorttir bû û xewnên wî jî gelek bûn).

Paşî hat bîra min, ku ewî, wê demê, min di xewn û xeyalan da biribû navça xwe û li Sengaw gerandibû û paşî jî bi keser “soz” dabû min, ku “dema Kurdistan azad bû, ezê te bibem û li Sengaw bigerînim”.

Niha bi rastî jî Kurdistan azad bibû û ew dixwest soz û xewn û xwesteka xwe bi cî bîne...

Me jê ra got, ku em bi çûna Sengaw û li gel Ferhad Sengawî tenê dikarin dilxweş û serberz (serbilind) bibin. Ferhad ajot nav Çemçemal û hinek xwarin û vexwarin standin û em dîsa bi rê ketin. Rêya me li derveyê Çemçemal, ji rêya Silêmanî cida bû û bi gotina Ferhad em getin Gelîyê Hemawend û ber bi Sengaw ve ketin rê.

Rêya me, bi ser gir û girikan ve diçû, lê rêzeçîyayên herdû alîyên me bilindtir bûn. Ji ber wî jî, ew cihê ku em tê da ber bi pêşdiketin, bibû gelîyek ji gir û kendalan..

Rêzeçîyayên milê rastê navê Hemawend bi xwe girtibûn, ku ew êlên kurdên li wê navçê jî bi heman navê bixwe girtibû “Êla (eşîra) Hemawend”. Rêzeçîyayên milê çepê jî, li jêr navê Segirme dihatin nasîn. Xuyabû rêyek xweş bû, lê mixabin me gelek nedît, ji ber ku tarîtîyê wek poşîyek reş xwe bi ser me da berdabû. Lê dîsa jî, Ferhad çendîn cihan rawesta û serpêhatîyên xwe, nasên xwe, pêşmergan û hêzên dewletê, ku di vê navçê da gelek rêkxistî bûne, ji me ra gerand (got).

Em ketin nav Sengaw, lê gelek xanî û avahî ji pêşme ve xuya nedikirin. Çend firoşgahên biçûk û çend mirov li dorên wan û êdî hew...

Me şûtîyek (zebeş) stand û em gehîştine mala babê Ferhad. Me silav da wî kalemêrê rindik, herçend xuya bû, ku salên wî gelek bûn jî, lê hêj li ser xwe û xişt bû. Kevanîya malê li Silêmanî bû, ji ber wî jî babê Ferhad gelek caran lêborînê xwest, ku baştir pêşwazîya me nekirîye. Lê di rastî da pêşwazîyek gelek gerim û xweş bû. Em li bersika (balkon) malê rûniştin û me nanê sêlê yê hişk û zebeş û mastê bajarokê, xwar û bi rastî jî bi çêj (tam) bû.

Em wê şevê li ser ban razan, lê min bixwe heta berê sibê, xew nekir, ji ber, ku hemû ker û seyên gund, wek orkestrayek mezin, bi harmonî û dîsharmonîyan ve heta beyanî qîjandin. Bi ser hemû kulan ra, rêhevalek me jî, bi xire xir û pirxe pirxek gelek xurt û bilind ve nehêşt ez bixwe mijangên xwe bi ser hev da danim...

Beyanî (sibêdayê), me ji ser ban da li Sengaw nihêrî û têgehîşt, rejîma Sedam çi li vî bajarokê kirîye. Di Sengaw da rejîma Sedam bi êrîşên giran – bi gotina Ferhad - 3 caran kevir li ser kevirê, ber li ser berê nehêştine. Desthilata Herêma Kurdistanê di van salên dawîyê da 200 malê nû avakirine, ku yek ji wan jî para babê Ferhad ketîye. Ewê din di çarnikarê gund da wek kavil û wêrane raxistîye li pêş çavên mirov. Mirov carek din û bi wêneyek din dîsa dibîne, ka nemirovî û hovîtîya dijminên Kurdan li çi astê da bûye...

Me xwurînîyek sivik kir û em derketin nav “bajêr” û emê ji wê jî biçûna serê çîyayê Segirme. Li wê kanîyek hebû û dê me li wê goşt bibiraşta û emê li wê rûniştana heta ber êvarîyê û paşî biçûna Silêmanî. Ferhad bi axînîyên kûr, cih û kavilan bi me dida nasîn. Em çûne nav goristana gund, ku hindek ji gund bilindtir bû, me li gund nihêrî... Ferhad li ser xewnên xwe û dahatûya Sengaw tiştinên gerim û xweş digot. Em rastê du kurikên nûciwan hatin û Ferhad yekser bi wan ra ket axaftinê. Ferhad ji wan pirsî, gelo ew gog (top) dileyîzin yan ne. Kurikan gotin “Belê”. Ferhad pirsî, ka gog û cilû bergên wan hene yan ne. Kurikan bersîv dan, ku goga wan tune û Ferhad li wan vegerand, ku ew dixwaze ji “Yane” (klub) ya wan ra gog bistîne û dîyarîyê wan bike. Kurik bi rêz spasî lê kirin. Wî demê min pirsî, ka ew Ferhad dinasin, yan ne ? Ji ber di temenê (emrê) wan da, Ferhad tu car li gund nejîya bû. Herdûkan jî yekser bersîva min dan û gotin

“Belê ! Çon Kak Ferhad nanasîn ?”. Min dîsa pirsî;

“Ma we tucarê Ferhad dîtîye ? Eger ne, hûn wî ji kû ve dinasin ?”. Dîsa yekser bersîva min dan û gotin;

“Herkes Kak Ferhad enasê, le televiziyon da bînîmane” (“Herkes Ferhad nasdike, me di televizyonê da dîtîye”

Pêşnîvroya 19.06.2003 bû û em hêdî hêdî ji gund derketin û berbi Rêzeçîyayên Segirme ve rêketin. Em ji nav gundikên biçûk ve bi hezaran devîkên gulên “Jale” ve derketin ser tîjanoka Segirme. Em hindek çûn û gehîştne ser yek ji xweştirîn û sartirîn kanîyên cîhanê. “Kanîya Bacge”,wesa hatibû avakirin, ku du borîyên 5 -10 mm, berdewam, avek zelal, xweş û sar, dirijande nav çalavekî 1,5X1,5X1,5 m. Piştê nîvro hinde gerim bû, ku me êdî bixwe nekarî û me tevan xwe li nav çala avê da. Kes nedikarî, ji çend çirkeyek (sanîye) bêtir di avê da bimîne. Pirê ku sar bû...

Me mirîşkên xwe pak kir û hûrkir, di ber ra jî, me selete çêkir û agir xweşkir, goştê xwe bi şîş ve kir û li ser agirê danî, vexwarin û tiştên din jî li ber danî û li jêr kepirekî, dest bi xwarin û vexwarina xwe kir.

Carek li bin kepirê, gundî hatin û silav dan me û carek jî şivan hatin ser kanîyê û pezê xwe avdan. Di herdû caran da jî, me heman tişt dîtin; ku çavên wan bi Ferhad diket, nêrin û awirê wan nerim dibûya û silavek gerim û ji naxê dilda didan Ferhad û paşî jî me. Ferhad jî bi xweragirî û sade silavên wan werdigirt û paşî li gel wan dikeft nav axaftinê. Wêneya Ferhad, di nîveka hejmarek gundî da, ku bi rêz li dora wî rawestabûn, wek mamosteyekî li nav xwendevanên xwe da, wesa xuya dikir.

Em paşnîvro ji “Kanîya Bacge” bi rê ketin û ketine gelî û deşta Qerax (Qeredax), ku yek ji wan rindtirîn, xweştirîn, çîyatirîn, deşttirîn, kesktirîn avîtirîn û ...tirîn û ...tirîn cihek bû. Min bîr kir, ku dibe ji ber wî be, ku hinde kesên navdeng, hinde hunermend û hinde pêşmerge ji vî gelîyê derketîye. Ez dizanim, ku gund û warê Şêx Mehmûdê Hefîd, bi navê xweyê nas Melîkê Kurdistanê Şêx Mehmûdê Berzencî jî, ji vê navçê ne dûrbû. Ferhad dîsa di rêda, li ser her tiştê, li ser biçûktirîn tiştan, mezintirn û berfirehtirîn zanyarîyê pêşkêşê me dikir. Bi kurtî û bi Kurdî serpêhatîyek ne plankirî, lê gelek xweş û hêjabû. Ji “Kanîya Bacge” ve em ji van cihan derbaz bûn: Gile Zerde, Dolanê Ser û Dolanê Jêr, Cehferan, Tafan, Nehîya Qerax, Gund û Kanîya Baxan, Şaxî Darereş, paşî em gehîştine Gund û Çemê Tancero, Nawgirdan, Sedûbîst (120), Zirgûz û Zirgûzele û em ji gelîyê Qerax derketin.

Em êvarek zû gehîştin Silêmanî û Ferhad, me li cihek danî û bixwe dîsa paşve, berbi Kerkûk ve ajot û çû. Ji ber ku me bigerîne û xewna xwe yê 22 sal berê bi cî bîne, karên xwe di nîvî da hêştibû û niha jî bi ser karê xwe da vedigerîya... Spas ji te ra Ferhad Sengawî...

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin