Geştên esmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê dest pê dikin

Geştên esmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê dest pê dikin

.

A+A-

Geştên esmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê dest pê dikin.

 Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Nasir Husên li ser sektorên hevbeş ên warê veguhestina giştî yên balafir û xeta hesin civiyan.

Wezareta Veguhestin û Gihandinê ragihand; di civîna herdu wezîran de li ser sektorên hevbeş ên warê veguhestina giştî yên balafir û xeta hesin gotûbêj hatiye kirin.

Piştî bidawîbûna civînan, di konferansa rojnamevanî de herdu aliyan amaje bi wê yekê kirin ku biryar e di siberojê de ji bo girêdana bajarên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran, projeya xeta trênê biçe warê cîbicîkirinê.

Herdu aliyan li ser vekirina geştên esmanî yên navbera bajarên Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi rêya esmanî, hevnêrîn bûn.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin