Germiyan – Pêşmerge êrişeke DAIŞê şikand

Germiyan – Pêşmerge êrişeke DAIŞê şikand

.

A+A-

 Şeva borî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li sînorê navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê, êrişeke DAIŞê têk bir.

Lîwaya 144 ya Pêşmergeyê Kurdistanê îro (29ê Nîsana 2022) daxuyaniyek belav kir û ragihand, hêzên Fewca Yek a Lîwaya 144 li devera Zinane ya li navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê, êrişeke DAIŞê têk şikand.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku demjimêr 22:00ê şeva borî Pêşmerge bersiva êrişa DAIŞê daye û çekdarên DAIŞê reviyane.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di encama wê êrişa çekdarên DAIŞê de ziyan negihîştiye hêzên Pêşmerge.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin