
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
.
Omer Ehmed
Gelek sal in ku Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heman gilînameya ji Bexdayê re vedibêje, vê carê bi zimanekî hinekî cudatir.
Bexda wê budceya ku divê li gorî destûra Îraqê bide Kurdistanê naşîne. Raporeke nû ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku ji 312 rûpelan pêk tê û taybet e bi salên 2019 heta 2025an, bi hejmar û belgeyan van giliyan radixe ber çavan.
Dema ku Herêma Kurdistanê ji para xwe ya zagonî ya ji sedî 12,67an a budceya giştî dihat bêparkirin, mêjereke xeyalî ji samana giştî ya Îraqê bi awayekî aşkere dihat dizîn.
Ev dizî ji aliyê berpirsên wan dezgehan ve dihat kirin ku ji birêvebirina wê siyasetê berpirsyar bûn. Amarên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê eşkere dikin ku Bexdayê sala 2021an tenê ji sedî 8 heta 10ê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê şandine. Her wiha xişteya berawirdkirinê ya salên 2024 û 2025an nîşan dide ku di wan du salan de ti mêjer ji Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye şandin.
Di nava heft salan de, ew pereyên ku Bexdayê ji para zagonî ya ji sedî 12,67an a Herêma Kurdistanê birîne û girtine bûne bi dehan trîlyon dînar. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên borî de di dabînkirina mûçeyên mûçexwiran de (945,8 milyar dînar e) ji bo 1,19 milyon meaşxwiran bi tenê ma.
Diyar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar ma bi rêya dahatên navxweyî yên wekî gumrik û bacan beşekê dabîn bike lê eşkere ye ku ti carî nikarîbû wî pereyî vegerîne ku Bexdayê nedişand. Hikûmetên li pey hev ên Îraqê her tim ev mijar wekî nakokiya li ser yasaya budceyê û tênegihiştina li ser mekanîzmayên firotina petrolê yan jî wekî qurbaniya çikbestina siyasî ya li Bexdayê pênase kiriye.
Lê belê bûyerên vê mehê yên li Bexdayê nayên piştguhkirin. Ew jî ew e ku heman sîstema federal a ku para Herêma Kurdistanê dibire, bi salan e nexwestiye yan jî nekarîye rê li ber berpirsên xwe bigire ku xezîneya dewletê talan bikin.
Sala 2022yan lêkolerên Îraqî ew tişt eşkere kir ku medyaya navxweyî nav lê kir "Diziya Sedsalê." Windabûna nêzîkî 3,7 trîlyon dînarî (nêzîkî 2,5 milyar dolarî) ji Desteya Giştî ya Bacan. Lêkoleran dît ku 247 çekên sexte li şaxên Banka Rafîdeyn a hikûmeta federal di navbera Îlona 2021an û Tebaxa 2022yan de hatine xerckirin. Ev çek ji aliyê pênc şirketên kartonî ve hatibûn kişandin ku ti mafekî wan ê yasayî di wan pereyan de tunebû. Tenê meha Hezîrana 2022yan de, 45 çek bi bihayê 775 milyar dînarî hatine xerckirin. Sala 2024an de 13 kes hatin cezakirin ku hinek ji wan di amadenebûna xwe de hatin sizadan ji ber ku li derveyî Îraqê bûn.
Ceza ne giran bûn, hinek ji wan tenê sê sal bûn ji bo gendeliyeke darayî ku pişt re derket holê gelekî mezintir e ji ya ku destpêkê hatibû ragihandin. Dema ku dosye Gulana 2026an ji aliyê komîteyeke nû ya vegerandina pereyan ve hat vekirin, berpirsan qebareya gendeliyê derxist nêzîkî 5 milyar dolaran. Ango du qatê jimarên destpêkê.
Ji bo ku em berawird bikin, hemû dahata nepetrolî ya salane ya Herêma Kurdistanê ku encama gumrik, baca xaniyan û baca şirketên hemû parêzgehan e, bi kêmanî ji 700 milyon dolarî di salekê de derbas nabe.
Tenê dozeke gendelî û diziyê li Bexdayê ku di maweyê 12 mehan de bi rêya dan û standina kaxezan hatiye kirin, ji zêdetirî heft salên hemû wê dahatê re wekhev e ku Herêma Kurdistanê dikare bi tenê kom bike.
Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydiyê ku gulanê dest bi kar kir, ji wê demê ve pêngava herî berfireh a li dijî gendeliyê ya di nav gelek salan de daye destpêkirin. Di operasyoneke berbangê de li Navçeya Kesk a Bexdayê ya roja 28ê Hezîranê, yekîneyên dijîterorê bi dehan berpirs, parlamenter û bazirgan desteser kirin. Hejmara wan piştî berfirehbûna lêkolînan gihişt zêdetirî 60 kesî.
Di nav desteserkiriyan de wekîlê berê yê Wezareta Petrolê heye ku tenê di dosyeya wî de dest danîne ser 107 milyon dolar pereyê neqdî, zêr, otomobîl û xaniyan ku hinek ji wan di bin erdê de veşartibûn.
Desthilatdaran ev operasyon wekî qonaxa yekem pênase kir û tê pêşbînîkirin ku pêla duyem jî kesayetiyên siyasî û darayî yên bilind li xwe bigire. Niha berpirs û analîst texmîn dikin ku hemû ziyanên Îraqê yên ji ber gendelî û xerabiya birêvebirinê ji sala 2003yan ve di navbera 150 milyar û 300 milyar dolarî de bin. Ew hejmar in ku çend caran ji hemû aboriya Herêma Kurdistanê mezintir in.
Îraq niha di nav 182 welatan de di pîvana têgihîştina gendeliyê (CPI) de di rêza 136an de ye, pêgehek e ku di nav du deheyên soza reforman de bi zehmetî liviye. Ev cudahî tenê di axaftinê de nîne, dibe ku sîstematîk be jî.
Neşandina budceya Kurdistanê û qebareya gendeliyê li Bexdayê her du jî xwediyê heman sedemê ne. Sîstemeke darayî ya federal a ku ne xwediyê ti yekeya teftîşê ya serbixwe ye. Zalbûna perspektîva siyasî ya li ser desthilata xerckirina pere û samana giştî û nebûna ti dezgeha zelalker a ku nîşan bide ka pereyên giştî di rastiyê de diçin kû.
Dema ku sîstem bi bin dikeve, di her du aliyan de jî bi bin dikeve, rê dide ku pere li Bexdayê winda bibin û rê dide ku mafên yasayî yên Herêma Kurdistanê bê bersiv bimînin. Hikûmeta Zeydî operasyona xwe ya niha wekî vegerandina baweriya giştî pênase dike.
Ji bo Herêma Kurdistanê ceribandin cuda ye.
Gelo hikûmeteke federal a ku xwe wisa nîşan dide ku di vegerandina milyaran dolarên ku hatine dizîn ên li Bexdayê de cidî ye, gelo dê bi heman awayî pêbendî şandina para dadperwerane ya Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî de be û helbet vegerandina yên berê?
Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin