Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Gelo netewperweriya (Nasyonalîzma) Kurd, bi destên dewletên biyanî çêbû?

A+A-

Îbrahîm GUÇLU

Beşekî mezin alimên siyasî û nivîskar û lêkolîner û sosyologên Tirk îdia dikin ku netewperweriya (nasyonalîzma) kurd tune ye, ne xwezayî ye, xwediyê bingehekê civakî û dîrokî nîne, bi destên dewletên biyanî hatiye çêkirin. Ev dewletan jî, dewletên Ewrûpayê ne. Dewletên ku ji Dewleta Tirk re piştgir in, dewleta Tirk li hemberî Yekîtiya Sovyetan ava kirine. Dewletên, bi taybnetî jî dewleta Fransayê û Îngiltereyê ne ku Kurdistan parçe kirine.

Ez di destpêkê bibêjim ku ew alimên siyasî û nivîskar û sosyolog û lêkolîner ne xwediyê ew karên xwe ne, ew di xizmeta dewleta Tirk de ne. Ji pîvanên ilmî jî dur in. Ew li dijî neteweya Kurd in û neteweya kurd tune qebûl dikin; li dijî Kurdistanê û mafên neteweyî yên kurd in. İşgal û îlxak û kolonyalîzma Dewleta Tirk diparêzın û piştgir in.

Ew çarenivîsiya û dewletbûna neteweyên din û Filîstîniyan diparêzin, lê  li dijî çarenivisî û dewletbûna Kurdan e.

Loma jî dibêjin ku netewperweriya (nasyonalîzma) kurd tune ye, ji aliyê dewletên biyanî ve hatiye çê kirin. Ev tê wate ye ku neteweya kurd jî tune ye û delwetên biyanî neteweya kurd çêkirine. Gelo ji vê ehmaqiya mezin tiştek dibe?

                                           *****

Ev nêrîna, nêrîna Dewleta Tirk e. Ew nêrîna îdeolojiya fermî ya Dewletê û Kemalîzmê ye. Wek tê zanîn, Kemalîstan ji bona ku desthilatdariya Osmaniyan ji holê rakin û desthilatdariya xwe ava bikin, dewletekê ji bona xwe çê bikin, di destên wan de neteweya Kurd û Kurdistan mabû. Netewqeyn din ji destên wan derketibûn û deletên xwe yên serbixwe ava kiribûn. Kemalîstan ji bona ku desthelatdariyê qezenç bikin û dewleta xwe ava bikin, hewcedarî Kurdan bû. Di pêvajoyuê de jî piştgiriya beşek kurdan qezenç kirin.

Dema ku ji kurdan piştgirî girtin jî, soza  Kurdistan a xweser ya ji dema Împeratoriya Osmanî firehtir dan. Kemalîstan piştî ku Împeratoriya Osmanî tasfiye kirin û desthilatdariya Osmaniyan dawî anîn, dewleta xwe ava kirin, Kurdistan dagir kirin, hewcedar bûn ku neteweyekê ji xwe re çêkin. Neteweya Tirk jî, ji bona desthilatdariya wan ya otorîter û faşîst têrê nedikir. Xxwestin ku ji kurdan û ji kêm neteweyên din neteweyekî Kemalîst çê bikin.

Ji bona ku neteweyekî çê bikin, diviya bû ku neteweya kurd tune qebûl bikin;  vê yekê jî wek îdeolojiyekê  bipejîrin. Wusa jî kirin. Got in ku “neteweyeke kurd tune ye, Kurd jî Tirk in.”

Ji bona ku ev nêrîna xwe ya nîjadperest û faşîst û metîngehkar jî bide îspat kirin, diviya bû ku hêjayiyên neteweyî yên kurd tune qebûl bike, xesip bnike, ji holê rake. Wê demê jî asîmîlasyona nîjadperest ku  neteweya kurd tune bike û jiholê rake wek stratejî pejirand. Ji bona tunekirina neteweya kurd siyaseteke gelek hişk û faşîst û nîjadperest meşand. Heta îro jî ev siyaseta dewletê tê meşandin.

                                              *****

Şik tune ye ku neteweya kurd û berpirsiyarên wê, encama netewepereweriyê (nasyonalîzmê)  li hemberî ev siyaseta nîjadperest, faşîst, kolonyalîst bêdeng neman. Li dijî ev siyaseta dewletê rabûn û mafên xwe daxwaz kirin. Kemaslîstan, bersîva daxwazên wan yên xwezayî, rewa, heq; bi şidetê û qetlîaman bersîv kirin. Loma jî têkoşîna û xebata nerteweya kurd û berpirsiyarên wan bi şer domand.

Dewleta Kolonyalîst ya Tirk ji bona ku ev xebat û têkoşîna neteweya kurd û neteweperweriya (nasyonalîzma) kurd ne rewa nîşan bide û bi hêsanî bitemirîne:

1-Dewleta Tirk ji hûndir û ji gel re re got ku “ji ew serhildan û xebata neteweyî ya Kurdan re dewletên biyanî piştgirî dikin.” Dîsa îdia kirin ku “neteweperweriya (nasyonalîzma) kurd jî bi destên dewletên biyanî çêbûye.”

2-Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, ji dinyayê re jî got ku “ew xebat û têkoşîna neteweya kurd, kevneperest e, li dijî komarî ye, armanc wan dewleteke îslamî û şerîatê avakirine.”

Loma jî Dewleta Tirk gelek bi hêsanî xebat û têkoşîna neteweya kurd bi qetlîaman bi hesanî temirandin. Dinyayê jî ji wan re piştgirî kir. Neteweyên Yekbûyî, li hemberî Qetlîamên Dewleta Tirk bêdeng bûn.

                                            *****

Neteweperweriya (nasyonalîzma) kurd rastiyek e. Gelek aşkere ye ku tuneqebûlkirina neteweperweriya (nasyonalîzm) kurd nerîn û îdeoljiya dewleta Tirk e. Ji aliyê ceribandina Dewleta Tirk ve jî derewîn tê derxistin. Lewra neteweperweriya (nasyonalîzma) kurdbûn sedem ku li dijî  Dewleta Tirk têkoşîna dewletbûn û rizgariya welat û qezençkirina mafên neteweyî bê meşandin.

Di hemandem de  rastiya dinyayê û neteweya kurd jî  vê nêrîn û îdeolojiyê  derewîn derdixwe.

Wek îdia kirin neteweperwerî (nasyonalîzm) di şefaqa kapîalîzmê de derneket holê û neqewimî. Bes dewletên neteweyî (milî) di şefaqa kapîtalîzmê de ava bûn. Hestên nasyonalîst (neteweperest)) dema ku netew û gelên cûda çêbûn û li dinyayê qewimîn, neteweperweriyê dest pê kir. Neteweperwerî, neteweya xwe parastin e. Welatê xwe parastine. Dewlemendiya welatê xwe yên binerd û sererd û çandî parastine.

Şiûra xweserîbunê ye. Şiûra xwe bi xwe birêvebirinê ye. Ji bona xwe sttuyeke cûda avakirin e. Bi neteweyên din ve di navbera xwe de sînor kişandine. Dewleta xwe ya mşlî ava kirine.

Ji welatê xwe hez kirine. Welatê xwe ji biyaniyan û ji işgal û ilxakê parastin e.

Ev rewşa û hestan li dinyayê di merhelekê de  îdeolojîzebû û ew jî bi nasyonalîzmê hat bi nav kirin.

                                                 *****

Kurd dema wek civatekê, gelekî, neteweyekî qewimî xwediyê hestên neteweteperwerî (nasyonalîzmé) bûn. Ji bona xwe dewlet ava kirin. Hêjayiyên xwe yên neteweyî parastin. Ji welatê xwe hez kirin. Xwestin ku li welatên xwe desthilatdar bin û ji bona statuyekee serbixwe ava bikin û bidin jiyandin.

Neteweya kurd ji bona ku dewleta xwe ava bike ew wetanperwerî û hestên nasyonalîst bûn sedem ku li dijî du împeratoriyan û 4 dewletên neteweyî û nîjadperest ji bona azadî û rizgarî û dewletbûnê û desthilatdariye; li dijî îlxak û dagirkeriyê û kolonyalîzmê şer kirin. Ew şerên neteweya kurd jî di vê qonaxê bi hestên neteweperwerî didomîne.

Kurd dixwazin ku welatê xwe ji Dewletên biyanî xelas bikin û biparêz in.

Loma jî wetanperweriya kurdan jî, dewletên biyanî çênekirine. Neteweperweriya (nasyonalîzma) kurd jî dîrokî ye, di laşê neteweya kurd de ye, hestên ku di dîroka hezar salan de çêbûnî ye. 

Dema dîroka neteweya kurd baş bê zanîn û bê xwendin ev rastiya baş tê nas kirin û dîtin.

Diyarbekîr, 09. 03. 2024

Önceki ve Sonraki Yazılar