Gelo Amerîka dê di demek nêzîk de êrîşî Iraqê bike?

Gelo Amerîka dê di demek nêzîk de êrîşî Iraqê bike?

.

A+A-

Rojnameyeke Îmaratê agahiyên girîng û xeternak derbarê hewldanên Amerîkayê yên ji bo cezakirina komên milîs û herwaha lêdana li Iraqê eşkere kirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ji rojnameya Îmaratê Iram News re gotiye ku piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê red kir ku ti gotûbêjek li gel Heşdî Şeibî nake, ku ew jî bi armanca Amerîka êdî li Heşdî Şeibî nede û kar ji bo hilweşandina wan milîsan neke hewl dihate dayîn hevdîtin li gel Amerîkayê pêkbînin.

Çavkaniyê got ku hin ji komên milîsan hin aliyên navxweyî û herêmî destnîşan kirine da ku di navbera Dewletên Yekbûyî û komên milîs de navbeynkariyê bikin û nameya komên milîs ji Waşingtonê re bigihînin ku komên çekdar kar û çalakiyên xwe dê kêm bikin û herwaha Heşdî Şeibî dê li gorî biryarên hikûmeta Iraqê tevbigere, di berdêla wê ango li hember wê jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêveberên Heşdî Şeibî hedef negire.

Çavkaniyê got ku Amerîka red dike ku bi komên çekdar re bikeve hevdîtinan û her gotûbêjek pêwîst bike jî dê bi rêya hikûmeta Iraqê ve bike.

Li gorî pisporên karûbarên navneteweyî, rojnameyê raporek din jî weşandiye ku; piştî ku toreke qaçaxçîtiya petrola Îranê ji hêla milîsên Iraqî ve hate çavdêrîkirin û eşkerekirin, Amerîka dê di rojên pêş de êrîşî Iraqê bike.

Pispor dibêjin ku milîs şiyanên Iraqê wekî amûrek ji bo piştgiriya aborî û leşkerî ya Tehranê bi rêya deriyê paşîn bikar tînin, nemaze di nav sizayên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Îranê ferz kirine.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vê dawiyê siza li ser toreke tankerên petrolê yên Iraqê danîn ku zilamekî Iraqî ji bo qaçaxçîtiya petrola Îranê di bin navê petrola Iraqê dixebitî.

Pispor dibêjin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Iraqê ceza dike ji ber ku di bin siya Iraqê de, Îran petrola xwe difiroşe û dolar qezenc dike.

BASNEWS

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin