Gelê Arjantînê jî li hember krîza aborî û siyaseta desthilatê serî hilda

Gelê Arjantînê jî li hember krîza aborî û siyaseta desthilatê serî hilda

.

A+A-

Gelê Arjantînê jî li hember krîza aborî û siyaseta desthilatê serî hilda û bi meşeke girseyî banga îstîfaya hikûmetê kir.

Li paytext Buenos Aîresê Arjantînî, piştî Srî Lankayê li dijî polîtîkayên hikûmetê û krîza aboriyê gel daket qadan û heta qesra serokatiyê meşiyan.

Li gor zanyariyan, çalakvanên gihîştin ber qesra serokatiyê li quşxaneyan xistin û daxuyakirin ku birçîne.

Desthilata Arjantîn bi armanca xwe ji vê krîzê xelas bike, meha borî ji IMFê pere deyn kir, lê ew jî nebû çareserî.

Gelê Arjantînî daketin qadan û banga îstîfaya hikûmetê kir. Herwiha çalakvanan diyar kirin ku ew ê dest ji kar berdin û greva giştî bidin destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin