
Gefa guhertina demografiyê û bindestkirina erdê Kurdan zêdetir bûye
.
Encûmena Parêzgeha Diyalayê, bêyî ku qanûn û madeya 140ê ya destûrê li ber çavan werbigire, biryar daye ku nahiyeya Qeretepeyê bike qeza û birêvebirên yekîneyên îdarî yên wê biguherîne. Vê yekê jî nîgeranî li cem şêniyên wê derê yên Kurd peyda kiriye û ew wê yekê wekî bizavek ji bo temamkirina pêvajoya erebîkirin û bindestkirina erdên xwe binav dikin.
Li gorî zanyaran, rêkarên qezakirina nahiyeya Qeretepeyê li Diyalayê hatine temamkirin, bêyî ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê an komîteya madeya 140ê bê pirsîn.
Berpirsê Navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ebas Kerîm ji Kurdistan24ê re ragihand: "Mixabin, Encûmena Parêzgeha Diyalayê, bêyî ku vegere destûr û parlamentoyê, biryar daye ku Qeretepe bibe qeza û qayimqamek jê re bê danan.”
Ebas Kerîm amaje jî da: “Ji ber ku Qeretepe li devera madeya 140ê ye, divê her biryarek bi hevahengiya di navbera Bexda, Hewlêr û hikûmeta xwecihî de be, ne ku bi rengekê yekalî bê ferzkirin.”
Welatiyên Kurd ên wê deverê jî ji aliyê xwe ve haydariyê didin ku guhertinên îdarî ne tenê navên yekîneyan diguherînin, belkî armanc jê guhertina demografiyê û dagirkirina erdê ye.
Salih Mihemed, ku welatiyekê wê deverê ye, got: "Li vê derê li ber çavên her kesî qanûn tê binpêkirin. Ev guhertinên îdarî bûne sedema dagirkirina erdê Kurdan û mana Kurdan li vî sînorî di xeterê de ye.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, desthilata sepandî li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê gelek zextên siyasî û îdarî li ser Kurdan çê kirine. Ev siyaset bûye sedem ku hin ji şêniyên resen aware bibin û nekarin vegerin ser warên xwe, herwesa pirsa erdê wekî pirsgirêkeka sereke di navbera cotkarên Kurdan û Erebên hawirdekirî de maye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin