Gaggins: Dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir nêzîkî 10 milyar dolaran dixe xezîneya Esed

Gaggins: Dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir nêzîkî 10 milyar dolaran dixe xezîneya Esed

.

A+A-

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, “Hikûmeta Sûriyê salane di navbera 5.7 milyar û 10 milyar dolaran de, ji çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir distîne.

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Miles Gaggins li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir yên neyasayî û nerwa li Sûriyê salane di navbera 5.7 û 10 milyar dolaran de dixe xezîneya Esed.”

Gaggins got jî, dewletên Kendavê ji Şamê dixwazin ku rêkarên tund li hember dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir bigire û bingehek belaş nede kargehên çêkirina hebên Captagonê.

Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin