Fuara Pirtûkan a Erxeniyê didome: ‘Nivîskariya Kurdî bûye karekî fedekariyê’

Fuara Pirtûkan a Erxeniyê didome: ‘Nivîskariya Kurdî bûye karekî fedekariyê’

.

A+A-

 MAŞALLAH DEKAK

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, Fuara 2yemîn a Pirtûkan tê lidarxistin.

Fuarê 7ê Gulanê dest pê kir û dê heta 10ê Gulanê bidome.

Fuar bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê û Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) tê amadekirin.

50 weşanxaneyan di fuarê de cihê xwe girt.

Ji van weşanxaneyan, 22 weşanxane yên Kurdî ne.

Nêzîkî 100 nivîskarî jî dê di fuarl de pirtûkên xwe îmze bikin û bi xwîneran re werin cem hev.

Gelo nivîskar dikarin debara xwe bikin?

Gelo di vê fuarê de pirtûkên Kurdî çi qas tên firotin?

Rêjeya xwendina bi Kurdî çi qas e?

Gelo nivîskarên Kurd dikarin ji berhemên xwe pereyan qezenc bikin an na?

Me li Erxeniyê bersiva van pirsan ji nivîskar û weşangeran pirsî.

"Em ji berîka xwe xerc dikin"

Nivîskaran bi yekdengî anî zimên ku ew nikarin debara xwe bi nivîskariya Kurdî bikin.

Nivîskar Mehmet Sert diyar kir ku firotina pirtûkan gelekî kêm e û got:

“Mixabin ne mimkin e. Jixwe em nikarin debara xwe bikin. Berovajî wê, em ji berîka xwe pirtûkan çap dikin û em nikarin pereyê wan derxînin.”

Nivîskar Edîb Polat jî bal kişand ser nebûna perwerdeya bi Kurdî û wiha axivî:

“Ez ji pirtûkên xwe heqê telîfê distînim lê mirov nikare bi vî pereyî debara xwe bike.

Heta ku zimanê Kurdî di perwerdeyê de cih negire û nebe zimanê fermî, dê ev rewş wiha be.

Dema dewlet Kurdî qebûl bike, wê demê ev bazar jî dikare bi pêş bikeve.”

"Nivîskariya Kurdî fedekarî ye"

Nivîskar Denîz Gunduz destnîşan kir ku pirtûk nayên firotin û nivîskar tenê fedekariyê dikin.

Gunduz li ser vê mijarê got:

“Mimkin nîne, ez bawer nakim. Pirtûk nayên firotin. Yên ku nivîskarî dikin, çi bi Kurmancî çi jî bi Zazakî, bi fedekariyeke mezin vî karî dikin.”

Şer û alozî bandorê li xwendinê dikin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Kurdî ne zimanê fermî ye û ti statuyeke Kurdî nîne.

Zarokên Kurdan bi Tirkî perwerdeyê dibînin, loma hejmara kesên ku dikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsin kêm e.

Li gorî weşangeran, dema li herêmê şer û alozî çêdibin, ew kesên ku Kurdî dizanin jî ji xwendinê dûr dikevin.

Xwediyê Weşanxaneya Pirtûka Kurdî Bawer Berşev bandora şer a li ser xwendinê wiha got:

“Dema ku şer çêdibe, mirov nikare pirtûkan bixwîne. Mirov nikare bala xwe bide ser xwendinê.

Bi taybetî dema ev şer li Kurdistanê çêbibe, asoya me bi tevahî dibe ew der.

Wekî mînak, du meh berê şerê Rojava hebû. Di wan deman de em û her kes ji xwendin û kirîna pirtûkan dûr sekinîn.”

Fuara Pirtûkan a Erxeniyê dê heta 10ê Gulanê bidome.

Her wiha dê di fuarê de li ser ziman, berhem û weşangeriyê gelek panel werin lidarxistin.

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin