Fûara Pirtûkan a Amedê 

Fûara Pirtûkan a Amedê 

.

A+A-

Yusuf Kaynak 

Ev ne cara yekem e ku ez diçim Amedê, berê jî carekê hatim Amedê. Vê carê tenê ji bo pêşangeha pirtûkan li Amedê bûm. Beriya her tiştî ew ne yekemîn pêşangeha pirtûkan bû, ew ya 4emîn e ku ji aliyê Mezopotamiya Fuarcılık ve li Amedê tê lidarxistine. Min serkeftî dît ku wan rêxistineke wusa mezin pêk anîne. Sedem ew e ku her çiqas organîzator Kurd bin jî, rêvebirên siyasî yên saziyê bajêr Tirk in û wek me ti car jî nafikirin. Divê lihevkirina li ser her tiştî ne hêsan be, lê her kes ji xwe erka xwe pêk tîne. Her çiqas ji bo Tirkan serkeftî nehatibe dîtin jî ji bo Kurdan rêxistineke serkeftî bû, helbet ev çavdêriyên min yên du- sê rojên ewil bûn. 

Mebesta min ji dîtina wê serketî nebûyi di wateya ku ew pir qerebalix bû. Serkeftina wê di amadekirina wê de ye û di fuarê de cih daye weşanxaneyên bi cude cude ramanê; Cara yekem e ku ez ewqas weşanxanê û weşangerên Kurdî bi hev re dibînim. Ez pir pê hestiyar bûm, em di çi zehmetiyan de derbas bûne ku em gihîştin vê rojê. Bi kurtasî weşanxaneyên Kurdî yên ku me weşanên wan li standan dîtin ev in: Pirtukakurdî, weşanên J&J, weşanên Aram, weşanên Do, Weşanên Lîs, Weşanên Nûbihar, Weşanên Sîtav, Weşanên Na/Kil, Weşanên Deng, Weşanên Doz, Weşanên Morî, Weşanên Vate, Weşanê Pel, Weşanên Peywend, Weşanên Belkî, Weşanên Özgürlük Yolu, Weşanên Dara, Weşanên IBV, Weşanên Avesta û Wêşanên Sidar û h.w.d. Di nav weşanên Tirkî de jî gelek weşanxaneyên Tirkî yên wekî Yapı Kredi Yayınları, Sel, Papirus, Dipnot, Marti û Çocuk Yayınları û Weşanên Diyanetê standên xwe yên mezin vekirine. Ji bilî van çend weşanxaneyên kevnar e yên Desta Duyemîn û Weşanên Zarokan û Pêşangehên cur be cur ên albûm û afîşan jî cihê xwe di Fûarê Amedê de girtin û rengekî din li fûarê zêdekirin. 

Weşanxaneyên ku beşdarî Fûarê Amedê bûn, têra xwe nivîskarên xwe anîn wir û îmze kirin. Roja yekem bi amadebûna hin nivîskaran firotina pirtûkan derket lûtkeyê. Mînak sosyolog İ. Beşîkçî yê kal û pîr ku li standa IBV'ê rûniştibû, ji nedîtî ve nehat û balkêş bû. Rûyên nas yên wekî Kemal Burkay û Şakir Epözdemir jî cihê xwe girtine û her saetê navên îmzekerên weşanxaneyên ku beşdarî fûarê bûne hatin eşkerekirin. Di çalakiyeke din de jî di hin demên rojê de li salonên civînên fûarê beşdarî panelên zindî û hevpeyvînên nivîskaran bûn. Di 2 rojên ewil de bi deh hezaran kes fuarê ziyaret kirin. Her çend weşanxaneyên cuda derbarê firotinê de reqemên cuda nîşan bidin jî, piraniya weşanxaneyan di van mehên dijwar ên zivistanê de û li Tirkiyeyê ku krîza aborî lê serdest e, 4'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi serkeftî dewam dikin. 

Yusuf Kaynak 

Diyarbakir, 20.12.2023 

3-412.jpg2-448.jpg1-394.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin