Fuad Husên û Bafil Talebanî li ser pirsa serokomariyê civiyan

Fuad Husên û Bafil Talebanî li ser pirsa serokomariyê civiyan

.

A+A-

Roja Pêncşemê Serokê Lijneya Danûstandinên PDKê Fuad Husên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bi Serokê YNKê Bafil Talebanî re li Bexdayê civiya, berpirsekî pilebilind ê PDKê ragihand ku civîna her du aliyan erênî derbas bûye.

Berpirsekî pilebilind ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) roja Pêncşemê 28ê Tîrmeha 2022an ji Rûdawê re ragihand, civîna di navbera Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî û Serokê Lijneya Danûstandinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fuad Husên “Civîn erênî bûye. Roja Şemiyê Fuad Husên dê vegere Herêma Kurdistanê û civîn dê berdewam bin.”

Li gor nivîsîngeha Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di civînê de mijarên wek rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, temamkirina rêkarên destûrî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û pirsa hilbijartina serokkomar hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya nivîsîngehê de hat gotin, “Di civînê de teqezî li ser pêwîstiya yekkirina hewldanan, têgihîştin û lihevkirin li ser bingeha hevbeşiyeke rasteqîne ji bo avakirina hikûmeteke nîştimanî ya xizmetguzarî ya ku dê aramî û bextewariyê ji gel re bîne.”

Li gor ragihandina nivîsîngeha Bafil Talebanî, mijareke din a vê civînê, parastina mafên neteweyî û destûrî yên gelê Kurd li Iraqê bû û her du alî li ser yekgotarî û yekhelwestiya Kurdan li hev kirin.

Nêzîkî 9 meh di ser hilbijartinên parlamentoya Iraqê re derbas bûn lê heta niha hikûmet nehatiye avakirin.

Tevgera Sedr piştî çend mehan ji nakokiyan, di dawiyê de ji partiyên Şîe yên di nava Çarçoveya Hemahengiyê bêhêvî bû û tevî ku bi 73 kursiyan fraksiyona herî mezin a parlamentoyê bû, di 15ê Hezîranê de parlamenterên xwe vekişand û vekişîna xwe jî di proseya siyasî de ragihand.

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî li Bexdayê ne yekdeng in. Berhem Salih berbijêrê YNKê û Rêber Ehmed jî berbijêrê PDKê ye.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin