Fuad Husên: PDK israr dike ku posta serokkomariyê wergire

Fuad Husên: PDK israr dike ku posta serokkomariyê wergire

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên eşkere kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) israr dike ku posta Serokkomariya Îraqê wergire.

Fuad Husênê ku di heman demê de serkirdeyekî payebilind ê PDKyê ye li ser avakirina hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê, posta Serokkomariya Îraqê, nakokiyên aliyên Kurdan û şerê medyayî yê di navbera PDK û YNKyê de ji pêşkeşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman re axivî.

Husên li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û postên Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê got:

"Şîe, Sunî û Kurd li ser pêkanîna hikûmetê negihîştine rêkeftinê. Cihê mixabiniyê ye ku guftûgoya di navbera aliyên Kurdan tenê di medyayê de ye.

Çarçoveya Şîe û Suniyan a ji bo guftûgoyê heye lê ya Kurdan nîne."

Hilbijartina serokkomar û serokwezîrê Îraqê

Fuad Husên her wiha behsa wê yekê kir ku li ser diyarkirina namzedê Serokwezîriyê "hevrikiyeke mezin" di navbera Şîeyan de heye û wiha pê de çû:

“Eger Serokkomarê Îraqê neyê hilbijartin, hikûmeta Îraqê nayê avakirin, ji ber ku divê Serokkomar erkê pêkanîna hikûmetê dide Serokwezîr.

Eger em li ser Serokkomariyê li hev nekin, em dê vegerin hevkêşeya piraniyê û dûr nîne ku PDK û YNK ji bo posta Serokkomariyê du namzedên cuda destnîşan bikin.

PDK israr dike ku posta serokkomariya Îraqê wergire.

Ya baş ew e ku PDK û YNK li hev bikin, eger na dê bibe pêşbaziyeke tund."

Li gorî gotina Wezîrê Karên Derve yê Îraqê, PDK dikare roleke mezin li Bexdayê bilîze û got:

"Şîe û Sunî ji bo PDKyê hesaban dikin. Navê min ji bo posta serokkomariyê derbas dibe lê biryar li cem Cenabê Serok Barzanî ye.

Pêwîst e di demeke nêzîk de PDK biryarê li ser namzedê xwe yê Serokkomariyê bide."

Fuad Husên li ser girîngiya wergirtina Wezareta Karên Derve ya Îraqê jî got, "Hem ji bo Îraqê û hem jî ji bo Kurdan ya baş ew e ku Kurd Wezareta Karên Derve wergirin."

Serkirdeyê PDKyê Husên di beşeke din a axaftina xwe de teqezî li ser wê yekê kir ku kampanyaya medyayî ya di navbera PDK û YNKyê  "nayê qebûlkirin û ew wekî “astnizmî"yê pênase kir.

Li gorî gotina Husên, tiştê ku niha di medyayê de li hemberî hev tê kirin ne rexne ye, şikandina hestiyên hev e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin