Fûad Husên: Îranê heta niha tekîldarî êrişa Hewlêrê ti delîl pêşkêş nekirine

Fûad Husên: Îranê heta niha tekîldarî êrişa Hewlêrê ti delîl pêşkêş nekirine

.

A+A-

Roja Sêşemê 10ê Gulana 2022an konfranseke berfireh li ser pêşeroja Sûriyê li Bruksel a paytexta Belcîkayê hat lidarxistin û hejmarek wezîrên derve û berpirsên welatên Ewropayê û Rojhilata Navîn amade bûn ku di nav wan de Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fûad Husên jî hebû. Fûad Husên diyar kir, delîlek jî bi Îranê re tunebû ku biselmîne mala Şêx Baz Kerîm cihê îstixbarata Îsraîlê bûye û bi wê mebestê êrîş kiriye.

Fûad Husên di dema konferansê de, berî ku biçe Fasê ji bo ku tevlî civîna Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê bibe li ser êrîşa mûşekî ya Îranê ya ser Hewlêrê û çend mijarên din ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Ji bilî komîteya parlamentoyê, komîteyeke hikûmî jî hat pêkanîn û komîteya hikûmî jî raporta xwe pêşkêşî hikûmetê kir û tê de aşkere kir ku ew cih mala welatiyekî ye. Ew ne cihê ku Îranî behs dikin e. Em bi wê komîteyê re çûn Tehranê û em bi aliyên Îranî re li ser mijarê bi dirêjî axivîn. Gotineke wan a din hebû lê delîlên wan tunebûn. Min ji wan xwest ku delîlan pêşkêş bikin. Li ser wê jî dê komîteyeke hevbeş di navbera Îranê û Iraqê de were avakirin û dê kar bi Herêmê re jî bike da ku bigihêje encamekê û li gorî encamên lêkolîna vê komîteyê em dê bizanin ka em dê çawa biryarê bidin.”

Fûad Husên her wiha diyar kir ew bi berdewamî peywendiyê bi Îranê re dikin û nerîna Hikûmeta Iraqê jî aşkere ye ku ew cih ne cihê wê baregehê bûye ku wan gotibû baregeheke Îsraîlê ye.

Fûad Husên li ser operasyona Tirkiyê ya ser PKKê ya di nav xaka Herêma Kurdistanê de jî got, “Tirkiye hebûna PKKê dike bahane û li aliyê din hiqûqa navneteweyî bêyî biryareke navneteweyî nahêle Tirkiye bikeve nava axa Iraqê. Tirkiye xwe dispêre xala 51an a Peymana Neteweyên Yekbûyî lê di rastiyê de ew xal bi rewşê re nagunce. Divê Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî vê biryarê bide û destûrê bide ku dewletek derbasî nav axa dewleteke din bibe. Pirsgirêka PKK û hebûna PKKê ya li Iraqê ne destûrî ye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin