Fuad Husên: Agirê şerê Ukraynayê wê bigihîje Rojhilata Navîn û Iraqê

Fuad Husên: Agirê şerê Ukraynayê wê bigihîje Rojhilata Navîn û Iraqê

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, di derbarê şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê de, hişyarî da û got: “Agirê şerê Ukraynayê, wê bigihîje Rojhilata Navîn û Iraqê.”

Fuad Husên eşkere kir, agirê şerê Ukraynayê wê bigihîje Rojhilata Navîn û Iraqê û diyar kir, hevkêşeyên navdewletî wisa ne "yan tu li gel me yî, yan li dijî me yî", loma bandorên wê ew ê bigihîjin navçe û Iraqê.

Husên destnîşan kir, aliyên siyasî yên Iraqê li gor pêwendiyên xwe yên navdewletî, bandora şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê, wê bi ser wan de dirust bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê da zanîn, divê zimanê gotûbêjan di ser tund û tûjiyê de be, çimkî Iraq nikare şerekî din tehemul bike.

Herwiha eşkere kir: “3 nifşên welatê me di nav şer û rûbirûbûna serbazî de jiyane.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin