Fûad Hisên: Em ji hemû aliyên dixwazin diyalogelek cidî bikin ji bo rewşa li Sûriyê

Fûad Hisên: Em ji hemû aliyên dixwazin diyalogelek cidî bikin ji bo rewşa li Sûriyê

.

A+A-

Li Brukselê 6emîn konferansa alîkariya Sûriyê birêve çû, di duyemîn roja konferansê de nûnerên şandên welatên beşdar axivîn, piraniya wan tekezî li ser giringiya pêşkêşkirina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê kirin. Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên got, ew ji hemû aliyên pêwendîdar dixwazin diyalogelek cidî bikin ji bo ku dawiyê li rewşa li Sûriyê heye bînin û di zûtirîn dem de penaberên Sûrî bi dilê xwe vegerin welatên xwe.

Di duyemîn roja Konferansa Brukselê de, ji bo alîkariya Sûriyê, nûner û şandên beşdarbûyî tekezî li ser girîngiya pêşkêşkirina alîkariyê ji bo gelê Sûriyê kir û fokusa din a sereke li ser pêwîstiya gihiştina bi çareyeke siyasî bû, li ser bingeha biryara Encûmena Asayişê ya Navdewletî 2254 û daxuyaniya Cinêvê derbarê Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên, nîşan bi heman xal û mijaran da.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên got; “Em daxwazê ji hemû aliyên pêwendîdar dikin ku, têkevin diyalogeke siyasî ya hêja, ku armanca wê dîtina çareyên lezgîn be, ji azarkêşiya ku gelê Sûriyê ew bi sedema wê krîzê dîtiye, herwiha hemû erk têkevin kar, ji bo zûkirina vegera ewle û bi dilxwazî ya koçber û penaberan, bo deverên wan, wiha jî nûavakirina navçeyên ziyandîtî, li gorî biryara navdewletî ya 2254 û daxuyaniyên Cnêvê bo Sûriyê û danûstandinên Astana bo Sûriyê."

Yekîtiya Ewropayê, di vê konferansê de, soz da ku ji bo sala 2022yan, alîkariyê bi bihayê 1.56 milyar dolarî pêşkêş bike, ji bo koçberên navxweya Sûriyê û penaberên Sûrî yên derveyî wî welatî.

Di heman demê de, behsa alîkariyên sala bê jê dike.

Nûnerê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî got: “Ez kêfxweş im ku soza bêhtirî milyar euro ji bo sala 2022yan radigihînim. Ev yek jî wê beşdariyeke kombûyî be, ji bêhtirî 1.5 milyarî. Derbarê sala 2023yan jî, Yekîtiya Ewropa wê heman alîkariya darayî pêşkêş bike, ku 1.56 milyar e. Ev alîkariya darayî wê ji berjewendiya Sûriyan be li Sûriyê, û ji berjewendiya penaberan be, li civakên ku pêşwazî li wan kiriye li navçeyê. Pêwîst e piştgiriya pabendbûna siyasî ya xurt derbarê Sûriyê, bi pabendbûna darayî ya xurt be, bi heman xurtbûnê."

Herdu rojên 09 û 10 ên vê meha Gulanê, li paytexta Belcîkayê, şeşemîn Konferansa Brukselê ji bo alîkariya Sûriyê hate lidarxistin.

Di tevaya 5 gerên bûrî yên Konferansên Brukselê de, ku ji sala 2017yan ve hatine destpêkirin, soza pêşkêşkirina derdora 30 milyar dolarî ji bo alîkariya gelê Sûriyê hatin dan, lê tevî wê yekê jî, rewşa wî welatî her aloztir û zehmetir dibe û ti çareyeke yekalîker jê re nehatiye dîtin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin