Fransa ragihand ku givaşên ser Îranê dê heya dawiya mehê bên bicîhanîn

Fransa ragihand ku givaşên ser Îranê dê heya dawiya mehê bên bicîhanîn

.

A+A-

Seroke Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku givaşên Neteweyên Yekgirtî yên ser Îranê dê heya dawiya vê mehê bên bicîhanîn. Di lihevkirina mijara nuklerî de ti pêşdeçûn nînin û wê Ewrûpa kemanîzma snapbackê aktîf bike.

Macron, ragihandina xwe di kanala Îsraîlê ya Kanal 12 de, di hevpeyvîna xwe de kir û got wê di çarçoveya peyamana nuklerî ya sala 2015an de, terefê Ewrûpayê Fransa, Îngîltere û Almanya mekanîzma snapbackê bixin dewrê. Macron got:

“Xeberên dawiyê yên em ji Îranê distînin ne yên ji dil in. Ev rewşa dawî ya Ewrûpaye. Em bi hemkarên xwe yên Almanya û îngîltere re xebitîn. Em ê Snapbackê bicîhbînin.”

Îranê ragihandibû ji ber Ewrûpa ji peymanê vekişiyaye ti bandora peymanê nemaye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin