Fransa: HSD û Hikûmeta Şamê dê li Parîsê bicivin

Fransa: HSD û Hikûmeta Şamê dê li Parîsê bicivin

-

A+A-

Wezareta Karên Derve ya Fransayê diyar kir ku dê di demeke nêzîk de HSD û Hikûmeta Şamê ji bo cîbicîkirina peyamana 10ê Adarê li Parîsê bicivin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî civiyan.

Berpirsên her sê welatan li ser paşeroja Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Amerîka, Fransa û Sûriyeye li hev kir ku gera nû ya dan û standinan di navbera HSD û Şamê de di demeke herî nêzîk de li Parîsê dest pê bikin da ku peymana 10ê Adarê were cîbicîkirin.

Daxuyaniya hevbeş a her sê welatan wisa ye:

Di civîneke sêalî de, Amerîka, Fransa û Sûriye tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê, têkoşîna li dijî terorê û berdewamkirina dan û standinên bi HSDyê re kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî civiyan. Di daxuyaniya hevpar a piştî civînê de hat gotin ku hevdîtin di "qonaxeke krîtîk" de pêk hatiye û "gelekî eşkere û berhemdar" bûye.

Amerîka, Fransa û Sûriye, di çarçoveya diyalog û kêmkirina aloziyan de, li ser pêwîstiya van xalên jêrîn li hev kirin:

  1. Ji bo serxistina pêvajoya veguhastinê û misogerkirina yekîtî, aramî, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê, divê demildest hewlên berbiçav bên dayîn.
  2. Ji bo têkoşîna hevpar a li dijî her cûreya terorê, hevkariya me dê bê xurtkirin û şiyana Hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê bi rêya saziyên dewletê dê bê zêdekirin.
  3. Piştgirî dê ji bo hewlên Hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo lihevhatina niştimanî û hevgirtinê bê dayîn, bi taybetî li bakurrojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê.
  4. Ji bo cîbicîkirina tam a rêkeftina 10ê Adarê, di demeke herî nêzîk de gera bê ya danûstandinên di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li Parîsê bê lidarxistin.
  5. Ji bo ku berpirsiyarên tundûtûjiyê hesab bidin, piştgirî dê ji hewldanan re bê dayîn. Di vê çarçoveyê de, pêşwazî li encamên raporên şefaf, bi taybetî rapora dawî ya komîteya lêkolînê ya derbarê tundûtûjiya li herêmên peravê tê kirin.
  6. Misogerkirina wê yekê ku cîranên Sûriyeyê ji bo aramiya welat nebin gef û her wiha tekezkirina li ser pêbendiya Sûriyeyê ku ji bo cîranên xwe nebe gef da ku aramiya li tevahiya herêmê bê parastin."

Dihat çaverêkirin ku şandeya bi serokatiya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Lê belê sedema bipaşxistinê heta niha ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Kerîm Qemer derbarê mijarê de ji ANHAyê re axivî û piştrast kir ku hevdîtin hatiye bipaşxistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin