
Fransa: Em ji bo diyaloga Şamê û Kurdan navbeynkariyê dikin
.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot ji Rûdawê re ragihand ku Fransa ji bo destpêkirina diyaloga di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de dixebite.
Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Bruksela paytexta Belçîkayê dicivin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot jî tevlî civînan dibe û wî pirsa Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivand.
“Kurd hevpeymanên pêbawer bûn”
Jean-Noël Barrot pirsa Rûdawê ya bi rengê "Birêz Wezîr, hûn dê ji bo misogerkirina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê di qonaxa bê de çi bikin? Rêveberiya Xweser daxwaza berdewamiya piştgiriya we dike” wiha bersivand:
"Bê guman, em li gel Amerîkiyan di nav hewldanên berdewam de ne ji bo hêsankirina diyalogê di navbera desthilatdarên Sûriyeyê û desthilatdarên Kurd de. Ev yek astengiyeke sereke ye.
Kurd di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên pêbawer bûn."
Barrot di berdewamiya axaftina xwe de ji Rûdawê re diyar kir ku armanca sereke ya Fransayê ew e ku hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bigihîjin hemû mafên xwe yên welatîbûnê û got:
"Ji ber vê yekê em hêvîdar in ku ev gotûbêj di rewşeke herî baş de berdewam bikin."
Fransa û Amerîka du endamên sereke yên Koalîsyonê ne ku wan ji Îlona 2014an ve dest bi piştgirîkirina hêzên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Vê hevkariya han encam da ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Adara 2019an bi piştevaniya hevpeymanên xwe yên Rojavayî dawiyê li desthilata DAIŞê ya li rojhilatê Çemê Firatê bînin.
Ji dema rûxîna desthilata Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an ve Fransayê çendîn caran piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser ducare kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin