Fransa: “Em amade ne alîkariya Tirkiyê û Yûnanistanê bikin”

Fransa: “Em amade ne alîkariya Tirkiyê û Yûnanistanê bikin”

.

A+A-

Di van demên dawiyê de tevî ku navbera Tirkiyê û Fransa xweş nîne jî, wezîrê karên hundir yê Fransayê Gerard Darmanin ragihand ku bi sedema erdheja Îzmîrê û giravên Yûnanistanê ew amade ne ku alîkariya Tirkiyê û Yûnansitanê bikin.

Gerald Darmanin, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Fransa, bo Tirkiyê û Yûnansitan, di vê ezmûnê de serdest derên li cem xelkê wan e. Eger hukumetên her dû dewletan bixwazin, em alîkariya Fransayê yekser digihîjînin herêmên wan.”

Çend roj berê Tayip Erdoğan bang kiribû ku li Tirkiyê malên Fransayê boykot bikin lê wezîrê karên hundir yê Fransayê Gerard Darmanin beyan kiribû ku Tirkiye destê xwe nexe nav karên hundir yê Fransayê.

Tirkiye û Fransa di mijarên rojhilatê Derya Sipî, Qerebaxê û karîkaturên Charlie Hebdo de dijberiyên mezin dijîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin