
Foza Yûsif: Em bi diyalogê re ne lê em dê li hemberî êrişan xwe biparêzin
.
Hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrişên xwe yên li ser taxên Kurdan ên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê didomînin.
Hevseroka Desteya Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser Foza Yûsifê li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî êrişan da û hişyarî da hikûmeta Şamê.
Foza Yûsifê ragihandina şer a ji aliyê Desteya Operasyonan a Wezareta Parastinê ya hikûmeta Sûriyeyê ve wekî "şaşitiyeke stratejîk" bi nav kir.
"Dê encamên vê hebin"
Yûsifê diyar kir ku ev gava hikûmeta Sûriyeyê dê bê bersiv nemîne û got, "Dê encamên vê ragihandinê hebin."
Hevseroka Desteya Dan û Standinan bal kişand ser rola aliyên derve ya di şer de û wiha axivî:
"Ev şer ji aliyê hêzên derve ve hatiye ferzkirin û mixabin serî jê re hatiye tewandin."
"Em dê xwe biparêzin"
Foza Yûsifê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew alîgirê aştiyê ne lê ew dê li hemberî êrişan bêdeng nemînin û anî ziman:
"Em bi diyalog û çareseriya aştiyane re ne lê di heman demê de em dê li hemberî êrişan xwe biparêzin."
Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê jî li ser êrişên bi tank û topan ên komên hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn:
"Komên hikûmeta Şamê ciwanên revandî wekî mertalên zindî bi kar tîne. Koman bi tankan derdora taxan girtiye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên hikûmeta Şamê di "tawaneke rêxistinkirî" de dorpêçeke giran li ser taxa Şêx Meqsûdê ferz kiriye.
Hat ragihandin ku ev dorpêç bi topbarana dijwar û dorpêçkirina taxan a bi tankan tê kirin û gefa dagirkirina berfireh tê xwarin.
Asayîşê diyar kir ku armanca vê yekê "koçberkirina bi zorê" ya şêniyan e û wiha got:
"Dema ku ev êrişa berfireh bi ser neket û nikarîbûn vîna şêniyan bişikînin, wan koman tawanên xwe zêde kirin.
Ciwanên taxa Şêx Meqsûdê yên ku neçar mabûn derkevin revandin û ew di refên pêş ên êrişê de wekî mertalên zindî bi kar anîn.
Ev şêwazeke hovane ye û hemû pîvanên mirovî bin pê dike."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin