Firat Cewerî: Edebîyat ji bo min gopalê hêvîyê ye

Firat Cewerî: Edebîyat ji bo min gopalê hêvîyê ye

Nivîskar Firat Cewerî bû mevanê Dîyarname.comê

A+A-

Navenda Nûçeyan - Vê mehê em nivîskar Firat Cewerî dikin mêvanê “Portreya Mehê”. Cewerî heta niha di 40 salan de 40 pirtûkên ku nivîsandine û wergerandine bi îmzeya xwe gihandine xwendevanan. Ji bo vê yekê ji alîyê Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ve hat xelatkirin. Gelek kesî ew bi kovar û weşanxaneya Nûdemê nas kir; ev yek jixwe kedek mezin e ji bo ziman, wêje û nivîsa kurdî.

Qîmeta nivîsê, wêjeyê li cem wî gelek e. Wî hê di zarokatîya xwe de dest bi nivîsê kirîye. Wê serdemê Cewerî ji bo me wisa tîne ziman: “Hê di salên zarotîyê de kurmê nivîsê di hundirê min de dilivîya, lê min di salên xwe ên naşîtîyê, di şanzdeh-huvdeh salîya xwe de dest bi nivîsê kir. Min hingî pir dixwend, rojekê min hew dît qelem di destê min de ye û ez dinivîsim. Gava dinivîsim, hem pê kêfxweş dibim, hem jî rehet û aram dibim. Piştî ez ketim cîhana edebîyatê ya efsûnî, ez pê hesîyam ku cîhana rastî ji ya xeyalî tengtir e, bêreng e, xav e. Loma cîhana edebîyatê ez rakişandim navenda xwe û kir ku ez bêtir di jîyana xeyalî de bilivim. Ez di cîhana xeyalî de serbest û azad im, dikarim bajarên nû, mirovên nû, jîyanên nû ava dikim. Li wê cîhanê, bi hêzeke xwedayî dibim xwedîyê cîhaneke nû. Gava ji wê cîhanê bi dûr bikevim, ez ê bibêjim tep û li erdê bikevim. Wê hingî jîyan ji bo min bêmane bibe. Ya ku maneyê dide jîyana min edebîyat e, nivîs e. Edebîyat ji bo min gopalê hêvîyê ye, ez xwe didim ser û dimeşim…”

Bi helbestê dest pê kir

Wekî gelek ciwanên ku wî jî bi helbestê dest pê kirîye û dewam kirîye. Li ser vê serdemê jî Cewerî van gotinan tîne ziman: “Min bi xwe bi helbestê dest pê nivîsê kir, kitêbên min yên pêşî helbest bûn. Ez dûre derbasî çîrokê bûm û gelek salan min bi çîrokê re da û stand. Ez paşê derbasî romanê bûm û di romanê de mam û mam. Hersê şaxên edebîyatê jî li ber dilê min şêrîn in û her yek ji wan roleke wan û fonksîyoneke wan heye. Lê ez niha xwe di cîhana romanê de ewletir dibînim. Ez bawer dikim ez ê di vê cîhanê de jî her bimînim.”

 

4-080.jpg

Li mala Rewşen Bedirxan, 1987, Banyas, Sûrî.

Ji Mêrdînê heta Swêdê

Nivîskar Firat Cewerî di sala 1959’an de li Dêrika Çîyayê Mazî hatîye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kirîye. Li Nisêbînê bi salên xwe yên biçûk ketîye nav tevgera şoreşgerîyê û bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kirîye. Nivîskarîya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kirîye.

Nûdem û Nûdem Werger

Cewerî di sala 1980’an de berê xwe dide Swêdê, li wir bi cih dibe û hê jî li wir dijî. Ev der ku ji bo wî bû cihê xebat û afirandinê, pirtûka wî ya yekemîn jî heman salê li wir derket. Cewerî di adara 1992’yan de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navber derxist. Nûdem ji bo gelek kesan bû derîyek nû û di nav wêjeya kurdî de jî cihek muhîm girt. Gelek navan di nav Nûdemê de dest bi nivîsandinê kirin. Her wiha wan deman Cewerî bi navê “Nûdem Werger” kovareke xwerû werger derxist û paşê jî Weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi rîya weşanên Nûdemê nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirin. 

Amadekiran Hawarê

Wan deman yek ji xebatên girîng ku Cewerî kir jî amadekirin û çapkirina kovara Hawarê bû. Hawara Celadet Alî Bedirxan ku bi wê kurdîya latînî dest pê kir û her wiha ji bo ziman û wêjeya kurdî xwedî cihek qedirbilind e bi xebata Firat Cewerî xwe gihand xwendevanên serdema me.

40 sal, 40 pirtûk

Ji pirtûka wî ya yekem ku sala 1980’ê derketibû bû 40 sal ku Firat Cewerî pirtûkan dinivîse, wergerê dike. Di 40 salan de 40 pirtûkên wî ku nivîsandine û wergerandine derketin. Ji bo vê yekê Wezareta Rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê roja 3’yê adara 2020’an li Hewlêrê mesarimek ji bo wî li dar xist û di merasimê de ew bi xelata “Qelema Zêrîn” xelat kir.

 

5-064.jpg

Firat Cewerî, Şivan Perwer û Mehmûd Baksî, ji salên 90'î..

Wergerên pirtûkên wî

Pirtûkên wî heta niha ji bo zimanên swêdî, almanî, erebî û tirkî hatine wergerandin û her wiha ji bo zaravayê soranî hatine veguhastin. Dîsa çîrokên wî di antolojîyên almanî, swêdî, erebî û tirkî de cih girtine û di radyoya Swêdê ya giştî de jî hatine xwendin. 

Nivîskar Cewerî ku wekî gelek ciwanên kurdan bi helbestê dest pê kir, paşê derbasê çîrokê bû û ev demek e tenê romanan dinivîse. Heta niha bi navê “Payîza dereng”, “Ez ê yekî bikujim”, “Lehî” û “Maria melekek bû” çar roman nivîsandine. Pirtûkên wî bala raya giştî ya kurdan kişandin û hin ji wan çend çap kirin. Yek ji wan jî “Ez ê yekî bikujim” e ku ji Weşanên Avestayê derketibû, niha weşanxaneyê çapa wî ya 4’an gihand ber destên xwendevanan.

Xelatên wî

Xebata nivîskar Firat Cewerî ligel li nav kurdan li nav qada Swêdê de jî deng veda. Akademîya Swêdê ya ku xelata Nobelê ya edebîyatê dide, di sala 2018’an de Firat Cewerî xelat kir.

Vane lîsteya pirtûkên wî yên ku wî bi xwe nivîsandine û yên ku wî wergerandine zimanê kurdî.

 

6-046.jpg

Bi rêzê Nacî Kutlay, Firat Cewerî, Rohat Alakom û Mehmed Uzun, sal 1992.

Pirtûkên Firat Cewerî:

1- Êrîs Dikin,  (helbest) 1980

2- Mezin Dibim, (helbest) 1981

3- Dê Sêrîn e, (helbest ji bo zarokan) 1983

4- Girtî , (çîrok) 1986

5- Kevoka Spî , (çîrok) 1992

6- Kultur, Huner û Edebîyat , (gotar û hevpeyvîn) 1996 

7- Gotinên Navdaran , (aforîzma) 1995 

8- Çîroka Malbata Evdo, (çîrokek bi kêşan) 1999                    

9- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, (dîyalog) 1998

10- Pêlên deryaya reş , (gername) 1997

11- Romanseke çilmisî, (çîrok) 2002

12- Antolojîya çîrokên kurdî , (3 cild) 2003

13- Payîza dereng (roman) 2005

14- Ez ê yekî bikujim (roman) 2008

15- Lehî (roman) 2011

16- Marîa melekek bû (roman) 2013

17- Nameyên şexsîyetên kurd

18 – Min da dû dilê xwe

19 – Café Nûdem, sohbetên edebî

20 – Derza dilê min, roman

Wergerên ku Firat Cewerî kirine: 

1- Dostojevsky, (Sevên Spî), 1993              

2- John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993   

3- Çexov (Bexçeyê Vîşne), 1995

4- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995                      

5- Yaşar Kemal (Dara hinarê ), 1998         

6- Sartre (Dîwar)

7- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000

8- Astrid Lindgren (Sûmîyên Emîl yên nû) 2000

9- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000

10- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000

11- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002     

12- Gunilla Bergström, (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002,            

13- Gunilla Bergström, (Alfonsê Şûm) 2002

14- Gunilla Bergström, (Alfonsê diz) 2005

15- Gunnar Ekelöf, bi heft zimanan 

16- İsveç Edebîyati (Antolojîya Edebîyata Swêdî, 40 nivîskarên swêdî)

17- Edebîyata Swêdî (Antolojîya Edebîyata Swêdî, 40 nivîskarên swêdî)

18- Gunnar Ekelöf (Mîrê Emgionê) avesta, 2017, Stenbol

19- Hjalmar Söderberg (Doktor Glas) avesta, 2017, Stenbol

20- Edith Södergran (Welatê tune) avesta, 2018, Stenbol

21- Pär Lagerkvist (Barabbas) avesta, 2018, Stenbol

22- Helbestên bijarte, tomas tranströmer

23- Gunilla Bergström, (Alfonsê û mîla)

Kitêbên Firat Cewerî yên ku wergerîyane tirkî

1- Geç Bîr Sonbahardi, Roman, Everst yayinlari, 2014 İstanbul

2- Bîrînî Oldurecegîm, Roman, Everest yayinlari, 2014 İstanbul

3- Lehî, Roman, Everest yayinlari, 2014 İstanbul

4- Maria Bir Melekti, Roman, Everest yayinlari, 2014 İstanbul

5- Solgun Romans, Oyku, Everest yayinlari, 2014 İstanbul

6- Karadeniz Dalgalari, Gezi, Dara yayinlari, 2018 Amed

7- Mîr Celadet Bedîrhan’in Evînde, Roman, Dara yayinlari, 2018 Amed

Romanên Firat Cewerî yên bi swêdî:

1- Jag kommer att döda någon, förlaget storge, 2018

2- Lehî

Kitêbên Firat Cewerî yên ku wergerîyane farisî:

- Kevoka spî

- Ez ê yekî bikujim

- Kovara Nûdem 10 sal

- Kovara Nûdem Werger

 

Etiket :
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin