Fîlmê Şewket Emîn Korkiyî li Festîvala Fîlman a Stenbolê hate nişandan

Fîlmê Şewket Emîn Korkiyî li Festîvala Fîlman a Stenbolê hate nişandan

.

A+A-

Piştî nişandan fîlmî Şewket Emîn Korkiyî pirsên temaşevanan bersivand.

Du roj mane ku Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navnetewî biqede. Sibê wê li Salona Konseran a Cemal Reşît Reyî merasîma xelatdayînê lidar bikeve.

Di festîvalê de bi dehan fîlm hatin nişandan ku beşeke wan mezin jî fîlmên derhênerên ji derveyî Tirkiyeyê bûn.

Di nava van fîlman de 5 derhênerên kurd hebûn. Behman Gobadî, Arsalan Amîrî, Kurdwîn Ayûb, Alî Kemal Çinar û yê din jî Şewket Emîn Korkî bû.

"Sonne"

Min di destpêka festîvalê de li fîlmê Kurdwîn Ayûbê temaşe kiribû. Navê fîlmê wê “Sonne” ye. Ayûbê di fîlmê xwe de behsa jiyana kurdên penaber ên li Ewropayê dijîn kiriye. Malbateke kurd ku kur û keçeke wan hene, li Almanyayê dijîn, mijara fîlmê Ayûbê ye. Kurdwînê nakokiyên di navbera dê û bavên kurd ên koçî Ewropayê kirine û zarokên wan ên li Ewropayê jidayik bûne, pirsgirêkên entegrasyonê, nakokiyên di navbera çandên cuda de û têkiliyên kurdan û gelen din ên li wan welatan dijîn nîşan daye.

"Êzmûn"

Duh jî min li fîlmê Şewket Emîn Korkiyî yê bi navê “Ezmûn”ê temaşe kir. Korkiyî di vî fîlmî de behsa sîstema perwerdeyê ya li Herêma Kurdistanê kiriye. Di fîlmî de derhênerî bi çîroka Rojînê bala temaşevanan dikişîne li ser jiyana du xwuşkan; Rojîna ku ger di ezmûnê de bi ser nekeve û neçe zanîngehê dê bavê wê bizewicîne û xwişka wê ya mezin Şîlana ku ji bo Rojîn di ezmûnê de bi ser bikeve, neçar dimîne û alîkariyê wan kesan dixwaze ku di ezmûnê de bi pereyan alîkariya kopyakişandinê didin.

Helbet behsa tundkariya mêran a li ser jinan jî di fîlmî de hatiye kirin û bi temaşevanan dide nîşan dan ku ji ber vê tundkariyê jin neçar dimînin û xwe dikujin.

Şewket Emîn Korkî tevlî lîstikvanên fîlmî Avan Jamal, Vania Salar û Roj Hajoyî beşdarî nîşandana fîlmî bûn û piştî fîlm hate nişandan bersiva pirsên temaşevanan dan. Korkiyî got ku ev pirsgirêka sîstema perwerdeyê li gelek welatan heye û dema beşdarî festîvalan bûne ji wan re gotine, ev li Amerîka û Ewropayê jî bi heman awayî ye. Korkiyî her weha diyar kir ku ew beriya filmî bi dibistanan re û Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê re axiviye.

Derhêner Korkiyî destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê ev pirsgirêka ji hin hêlan ve hatiye çareserkirin lê hîna jî dewam dike.

Awan Jamalê jî behsa tundkariya mêran û pirsgirêkên li ber jinan derdikevin kir û got ku berê ev pirsgirêk zêdetir bûn, hin jin di van mijaran de mafên xwe bidest xistine lê hîna beşek jin ji b ovan mafan têkoşîna xwe dewam dikin.

Derbarê Şewket Emîn Korkiyî de

Derhêner e. Di sala 1973yê de li Zaxoyê jidayik bûye. Ji ber sedemên siyasî di temenê xwe yê biçûk de tevî malbata xwe sirgunî Îranê bûye. Di sala 1999î de vegeriyaye Herêma Kurdistanê. Di sala 2006ê de yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj bi navê “Crossing the dust” kişandiye. Di sala 2009ê de fîlmê bi navê “Kick off” di sala 2014ê de jî yê bi navê “Bîranînên li ser keviran nivîsandî” kişandiye. Heta niha li dehan festîvalên navnetewî gelek xelat wergirtine.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin