Feysel Yûsif: Bêyî Kurdan Sûriyeyeke nû nayê avakirin

Feysel Yûsif: Bêyî Kurdan Sûriyeyeke nû nayê avakirin

.

A+A-

 Feysel Yûsif ragihand ku wan daxwaza hevdîtinê ji Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kiriye lê heta niha bersiv nehatiye.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif her wiha tekez kir ku sîstema navendî Sûriye xera kiriye û ew dixwazin Sûriye bi sîstemeke nenavendî were birêvebirin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ku li Dihokê beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû û paşê bû mêvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Wêneyê yekîtiyê yê li Dihokê

Feysel Yûsif derbarê wêneyê hevbeş ê heyeta ENKSyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî got:

"Ev peyameke gelekî baş e ji bo miletê me û xwesteka gelê me bi cih tê.

Ev dîmen Konferansa Neteweyî ya sala 2013an a li Selahedînê tîne bîra mirov ku bi serperiştiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî hatibû lidarxistin.

Em hêvî dikin ku ev tenê di wêneyê de nemîne, di kar de jî gavên baştir werin avêtin."

Yûsif, rola Serok Mesûd Barzanî wekî "lêvegereke giştî ya Kurdî" pênase kir û got ku wî ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, çi ENKS be çi aliyên din, kêm nekiriye.

Pêywendiyên bi Şamê re

Berdevkê ENKSyê li ser pirsa "Gelo hûn dê kengî biçin Şamê?" eşkere kir ku wan peyam şandiye lê hîn encam nînin û got:

"Me dengê xwe gihand Serokkomarê Sûriyeyê Birêz Ehmed Şer û me got ku em wekî Heyeta Kurdî daxwazên miletê me bi me re ne û em dixwazin bi dan û standin û diyalogê vê meseleyê çareser bikin.

Heta niha ti bersiv nehatine, ne neyînî ne jî erênî."

"Sûriye ne ya berê ye"

Feysel Yûsif destnîşan kir ku divê mafê hemû pêkhateyan werin parastin û anî ziman:

"Miletê Kurd miletekî sereke ye li Sûriyeyê û li ser axa xwe resen e.

Sûriye dewleteke pirneteweyî û pirolî ye.

Nabe ku em vegerin serdema Beasê ku 62 salan hukim kir. Îro Sûriye ne ya berê ye."

Modela birêvebiriyê: Nenavendîbûn

Yûsif li ser pirsa "Gelo hûn sîstemeke kêmî nenavendiyê qebûl dikin?" bi tundî sîstema navendî red kir û da zanîn:

"Em dibînin ku merkeziyetê (navendîbûnê) Sûriye xera kir.

Tiştekî ku welat xera kiribe em ne pê re ne.

Me ji birêvebiriya Şamê re jî gotiye ku nêrîna me ya hevbeş a Kurdî ev e; em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin.

Ew nenavendiya ku karibe xizmetê ji xelkê xwe re bike."

Pêywendiyên ENKS û PYDyê

Berdevkê ENKSyê li ser pêywendiyên wan ên bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re ragihand ku êdî hewcedariya wan bi navbeynkaran nîne û anî ziman:

"Berê navbeynkar hebûn, niha em rasterast hev dibînin.

Em dan û standinê bi hev re dikin.

Em tiştên xwe wekî heval û bira digihînin hev.

Em xwe bi yekîtiya xwe xurt dibînin.

Bêyî Kurdan kes nikare Sûriyeyeke nû ava bike."

Yûsif di dawiyê de tekez kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtina bi wan re de tekezî li ser yekhelwestiya Kurdan û xweşkirina pêywendiyên navxwe kiriye.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin