
Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
.
Endamê Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê, Fethullah Huseynî ragihand, ji bo paşerojeke demokratîk li Sûriyeyê, pêwîst e mafên gelê Kurd, wek neteweya duyem di destûra nû ya welat de bi awayekî fermî bên çespandin û sîstemeke federal û nenavendî bê pejirandin.
Fethullah Huseynî ji K24ê re diyar kir, hişmendiya navendî ya Şamê divê rûbirûyê rastiya Sûriyeyê bibe ku welatekî piralî û pirpêkhate ye. Husênî got: "Divê Şam, pirsa federaliyetê û hişmendiya vê yekê qebûl bike. Sûriye welatekî piralî ye û pêwîstî bi sîstemeke siyasî ya nenavendî heye."
Huseynî tekezî li ser wê yekê kir, serdema sîstemên dîktatorî bi dawî bûye û gelên Sûriyeyê êdî sîstemeke wiha qebûl nakin û got: "Welatekî dîktatorî careke din ne Kurd qebûl dikin, ne Durz qebûl dikin û ne jî Elewî qebûl dikin. Em li ser wê meseleyê rijd in ku Sûriye bibe welatekî piralî, nenavendî û bi taybetî federal."
Endamê Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê jî kir, gelê Kurd ji bo parastina axa Sûriyeyê "qurbaniyeke gelek mezin" daye û xwedî mafên rewa ye. Herwiha got: "Kurd qurbaniyeke gewre daye li ser nexşeya Sûriyeyê. Ji ber vê yekê, divê Kurd mafê xwe wek neteweya duyem werbigire û mafên wan di destûrê de bên çespandin."
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin