Festîvala Fîlman a Silêmaniyê – ‘Kurdistana azad ji bo me derfet e’

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê – ‘Kurdistana azad ji bo me derfet e’

.

A+A-

Derhênerê Kurd Haşim Aydemîr ku bi fîlma xwe ya bi navê ‘Dema Dirîreşkan’ beşdarî 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmnaiyê bûye û fîlma wî di beşa pêşbirkê ya fîlmên dirêj de ye, tekez dike ku “Kurdistana azad” ji bo sînamegerên Kurd derfetek e ku bi awayeke azad berhemên xwe çêkin û peşkeş bikin.

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silmêmaniyê duh 17ê Kanûna 2021an bi nîşandana fîlma “Mala Daliya” ya derhênerê Kurd Dana Kerîm, dest pê kir.

Ji 35 welatan fîlm beşdar in û herwiha ji gelek welatên cûda sînameger jî bo beşdarkirina festîvalê hatine û yek ji wan derhênerê Tirk Murat Çehrî ye ku bi fîlma xwe ya bi navê “Min Xewnek Dît” di beşa pêşbirkê ya fîlmên dirêj de beşdar e.

Murat Çerî: Festîval gelek serkeftî ye

 

Murat Çerî

Derhêner Murat Çerî ji Rûdawê diyar kir, ew kêfyxweş e ku hatiye Herêma Kurdistanê û got, “Ev cara yekemîn e, ez têm vê derê, pêşwaziyeke baş hebû. Bi rastî ez ne li bendê bûm ku festival evqas eleqeyeke zêde hebe. Ez heta niha beşdarî gelek festîvalan bûme, min ev festîval ji gelek festîvalên din germtir û serkeftîtir dît.”

Murat Çerî bal kişand li ser beşdarên festîvalê jî got ku beşdariya kesayetekî weke sînamegerê Tirkiyê Nûrî Bilge Ceylan û sînamgerê Iraq-Holandî Mohamed Al Daradjî ku li ser asta cîhanê bi navûdeng in, gelek girîng e.

Çerî herwiha destnîşan kir ku wî derfet dît ku sînamegerên Kurd û sînamegerên biyanî di vê festîval de nas bike û vê yekê jî ji bo xwê cihê kêfxweşiyê dibîne û dibêje, “Min herwiha derfer dît ku temaşeyî çend fîlmên Kurdî jî bikim, min fîlm gelek gelek ecibandin. Fîlm hem ji aliye sînemagrofî û hem ji aliye lîstikvaniyê ve gelek baş bûn.”

Haşim Aydemîr: Huner li cihên azad pêş dikeve

 

Derhênerê Kurd Haşim Aydemîr kêfxweşiya xwe li hemberî beşdarkirina fîlmê nîşan da û got, “Ez berî 3 salan jî hatibûm vê dere, kêfxweş im têm welatê xwe beşdarî festîvalê dibim. Ev yek ji bo min gelek girîng e, em li hemû deren cîhanê beşdarî festîvalan dibin lê weke min got ev der mala me ye. Çi li Amed, Duhok, Sine, Silêmaniyê û Qamişlo dema festîval dibin em kêfxweş dibin. Çimkî di warê çand û hunerê de em tên ba hev. Her çend desthilatdariyan di navbera me de sînor danîne jî em bi saya çalakiyên bi vî rengî sînoran ji holê radikin.”

Derbarê sûdên festîvalê de jî Haşim Aydemîr got, “Ji her dera cîhanê sînemager tên vê derê em hev dibînin. Em fîlma temaşe dikin û weke sînemager û kesên bi sînemayê re eleqeder em tên ba hev û li ser sinemaya Kurdistanê û cîhanê diaxivin û pêşniyarên xwe ji hev re dibêjin. Ji hemû deren cîhanê sînemager tene fîlmên me yên Kurdî temaşe dikin, ev jî ji bo nasîna çand û kultera me baş dibe.”

Haşim Aydemîr amaje bi yekê kir ku li Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, Kurd nikarin bi azadî fîlmên xwe nîşan bidin û wiha pê de çû, “Fîlma min jî ji ber ku li ser rastiya gelê me û Kurdistanê ye, ev yek ne bi dile desthilatdariyê ye. Lewma jî em nikarin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nîşan bidin. Lê em dikarin bi rehetî ji bilî sînemayên Ewropî, li Kurdistana azad jî nîşan bidin. Ji ber ku em bindest in çand û hunera me jî bindest e, lê çand û hüner li cihên azad çêdibin. Cihên azad ji bo berhemanînê girîng in. Ji ber vê yekê jî Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo hunermendan baş e.”

Nurî Bilge Ceylan: Em gelek dişibin hev

 

Nurî Bîlge Ceylan

Sînamegerê li ser asta cîhanê navdar ê Tirkiyê Nurî Bilge Ceylan ku di çarçoveya kursekê de beşdarî festîvalê bûye, ji Rûdawê re behsa hestên xwe kir.

Li ser pirsa “Ev yekem car e ku tu li Kurdistanê li ser ferşa sor î, bîr û hestên we çi ne?” Nurî Bilge Ceylan got, “Ji bo min hesteke xweş e, ev der jî wek Tirkiyê ye, xelk û mirovên vê dere û yên me gelek dişibin hev. Min gelek jê hez kir. Bala min gelek kişand.”

Kursa derhênerê navdar Nurî Bîlge Ceylan roja 19ê Kanûna 2021ê demjimêr 11.00 birêve diçe.

Kamîran Betasî: Festîval dergehek e ji bo sînemageran

 

Jûriyê Kurtefîlman li 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmnaiyê Kamîran Batîsa ji Rûdawê re behsa girîngiya festîvalê kir.

Kamîran Betasî di destpê de spasiyên xwe pêşkesî kesên ku ev festîval pêk anîne kir û got, “Weke sînemagerên Kurd tenê me ev dergeh heye em hevdû û sînemagerên biyanî bibinin. Ez di vê festîvalê de endamê lijneya jûrî ya kurtefîlman im, ew fîlmên min dîtin destxweşiyê li wan derhêneran dikim ku di vî warî de pêngaveke baş avêtine.”

Betasî herwiha da zanîn ku ji bo wî jî hesteke xweş û şanazî ye ku weke endamê Lîjneya Jûrî ya Kurtefîlman hatiye destnîşan kirin.

Bernameya roja duyem

Di çarçoveya festîvalê de îro Şemiyê jî bi giştî 34 dirêjfîlm, kurtêfîlm û belgefîlm li hola City Sînema ya Silêmaniyê tên nimayîşkirin.

Herwiha bi navê ‘Penceşêra Cîhanî’ bi moderatoriya Mohamad Fatih û bi beşdariya Mamosteya li Beşa Teknolojî ya Zanîngeha Komarî Dr. Twana Tahir, Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Rêzan Omer Raşîd, çêkerê fîlmên jîngehê Francisco Fernadez Bordonada û çêkerê fîlmên jîngehê Christoph Pohl hat sazkirn.

Beşdaran di panele de bal kişandin ser peywendiya jîngehê ya bi sedema peydabûna pênceşêrê re û behsa wan rêyankirin ku sînema çawa dikarê di vê mijarê de bibe alîkar.

 

Panel

Di çarçoveya festîvalê de jî çalakiyên cûr bi cûr dê hebin.

Di festîvalê de de her roj di navbera 11.00 roj heta 01.00ê şevê de fîlm tên nişandan û rêze semîner tên lidarxistin tê de behsa, jîngeh, koçberî û fîlmên festîvalê tê kirin.

Festîval dê heta  23yê Kanûna 2021an berdewam bike û ji 35 welatan 143 fîlmên Kurdî û biyanî dê werin nimayîşkirin.

Xelata ‘Sinobera Zêrîn’

Organîzatorên festîvalê rojane agahiyên taybet derbarê sînemayê de belav dikin.

Ji ber belavbûna vîrusa coronayê, 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê par nehatibû kirin bo îsal hatibû paşxistin. 4emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî di Îlona 2019an de hatibû lidarxistin.

Xelata ‘Sinobera Zêrîn’ dê ji baştirîn fîlmê festîvalê re bê dayîn. Sinober ku sembola bajarê Silêmaniyê ye, dê bibe sembola xelata festîvalê jî.

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê sazkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin