Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike

.

A+A-

 Bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê dê were lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku 3yemîn Festîvala Navneteweyî a Fîlman a Amedê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Kar û Barên Çandî û Civakî - Yekîneya Sînemayê tê organîzekirin, piştî 8 salan dê dîsa bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Medê festîval dê di 9 -16yê Çiriya Paşîn a îsal were lidarxistin.

Her wiha lansmana festîvalê li Qesra Cemîlpaşa Sûrê hat sazkirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan, serokên daîreyan, hunermend, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û evîndarên sînemayê jî tevlî lansmanê bûn.

'Yên ku li atolyeyan geriyane êdî bûne sînemager'

Di axaftina vekirinê ya festîvalê de behsa dîroka Festîvala Fîlman a Amedê hat kirin û wiha hat gotin:

"Di destpêka salên 2000î de hevalên me yên ku bi kamerayên xwe li atolyeyan digeriyan hebûn. Ew mezin bûn, bûne sînemager, li qada neteweyî û navneteweyî xelat bi dest xistin. Îro di nav organîzekarên vê festîvalê de ew hevalên me jî hene."

Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyoneke ku li ser pêvajoya dîrokî ya festîvalê hatibû amadekirin, hat nîşandan.

"Amed bajarê huner û çandê ye"

Serra Bucak jî di lansmanê de axivî û  diyar kir ku ew ji bo bîr bînin ku Amed bajarê huner û çandê ye hatine ba hevdû.

Hevseroka Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê behsa amadehiyên festîvalê kir û got:

"Festîvala me ya Navneteweyî ya Fîlman ku em dê di navbera 9-16ê Çiriya Paşîn de lidar bixin, em dixwazin hem îro ragihînin hem jî vê xebatê bikin hevpar.

Em bi organîzasyona xwe ji atolyeyan bigire heta semîneran, ji bijarteyên fîlman bigire heta hemû çalakiyên hunerî, ne tenê li navenda Amedê lê li hemû navçeyên Amedê; em dixwazin festîvaleke wisa çêbikin ku hemû civaka sivîl, komeleyên me yên ku hunerê berhem tînin, dînamîkên bajêr tê de cih bigirin û piştgiriya xwe nîşan bidin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin