Festivala Bazîdê, giringiya karsazan

Festivala Bazîdê, giringiya karsazan

.

A+A-

Diljen Ronî

Li Bazîdê organîzasyoneke xweş, pêşandaneke dîtbarî pêk hat. Her wiha tê dîtin ku beşdarbûn jî pir zêde bû. Wisa xuya dike ku pêwîstiya gelê me jî pê heye.

Qalîteya muzîkê tenê bi serê xwe têra pêşkeşkirineke baş nake. Ji pêkhatina wê bigire heta aranjeya wê, ji klîba wê bigire heta konsera wê, pêwîst e ku xebatek bi tevahî were pêşkêşkirin. Her beş pisporiyek cûda hewce dike.

Li gorî min pîvana hunerê ya herî girîng rihê amatorî û nêzîkatiya profesyonel e. Di qonaxa amadekirina karekî de ew rihê amator heyecanê dide û ji bo ku ev heyecan rast were bikaranîn profesyonelî pewist e. Bê guman, ji bo vê jî aboriyek bêtirîn xurt lazime. Newebe wê her dem tiştek jê kêm bibe. Helbet ji bo karekî baş aborî kêm be wê demê pêşkêşkirina xebatê bi rêk û pêk nayê kirin. Berhemên ku derketine baş bin jî, ger hûn nikaribin bi klîbên baş û konsertên baş pêşkêşî guhdarvanan bikin, yanî danasîna wê baş neyên kirin gihiştina girseyê wê demê zehmettir dibe ku mixabin gelek stranên me yên bêhempa hene lê negihiştiye guhdarvanan.

Piştî çêkirina berhemê, gava herî girîng pêşkêşkirina wê ye. Ji bo vê jî konser gelek muhîm in. Min di nivîsek ya xwe de behsa kêmasiya cih û mekanên ji bo konseran û teknîka xirap kiribû û bang li karsazên kurd kiribû ku piştgiriyê bidin muzîkê û bi taybetî konseran. Derket holê ku em di wê gotarê de çiqas rast bûn.

Hûn jî dizanin wan rojên dawî de bi organîzatoriya Dosso Dossi li navçeya Bazîdê organîzasyonek hat lidarxistin. Mebesta min di nivîsa xwe ya berê de jî tam ev bû.

Li Bazîdê organîzasyoneke xweş, pêşandaneke dîtbarî pêk hat. Her wiha tê dîtin ku beşdarbûn jî pir zêde bû. Wisa xuya dike ku pêwîstiya gelê me jî pê heye.

Rêxistinên bi vî rengî, qîmeta ku ji huner û hunermend, herwiha bi gel re tê dayîn jî nîşan didin. Digel vê yekê, bûyerên bi vî rengî di bin sedema danasîna bajar û geştiyariyê jî.

Min li ser medyaya civakî şopand û min ji hin hevalên xwe yên ku beşdarî konserê bûyîn agahî girt, ku em dibînin girîngiya bi sahne, dekor, deng û ronahiyê bi awayekî profesyonel hatiye amadekirin. Ji dîmenên konserê xuya dike ku mîna konserek li bajarekî metropolê hatî organîzekirin û ez bawerim ku gelek pere hatine xerckirin.

Bi rastî karekî wisa me li herêmê zêde nedîtibû. Ez hêvî dikim ku ev festîvala muzîkê ya ku li Bazîdê hat lidarxistin her sal dubare bike; li bajarên din jî organîzasyonên bi vî rengî bên lidarxistin.

Her çiqas ev çalakî ji bo pêşandana bazirganî ya Dossi Dossi de hatibe çêkirin jî, bi taybetî ji bo guhdarvanên muzîka kurdî re ev organizasyon karekî baş bû.

(Çavkanî: Gazeteduvar)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin