Fesîh Bozan: Pirsa Kurd bi operasyonan çareser nabe û her mezin dibe

Fesîh Bozan: Pirsa Kurd bi operasyonan çareser nabe û her mezin dibe

Bozan derbarê dibêje Kurd miletekî cuda ne û divê hemû mafên wan weke miletên din bên dayîn û derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de jî tekez dike, “Pirsa Kurd bi operasyonan çareser nabe û her ku diçe mezin dibe.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Partîya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê û derbarê polîtîkayên partîya xwe, pirsa Kurd, rewşa sîyasî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê û dawîn pêşhat û rûdanên de bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlu da.

Serokê Partîya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan derbarê cudabûna Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji Partîya Saadetê û rê û rêbazên herdu alîyan de dibêje, “‘Nêrîna netewî, hinek prensîbên me yên sereke hene, heq, hiqûq, dadwerî, biratî, ji bo polîtîka derve yekitîya îslamî, bo aborîya hindûr berhemanîna xwecihî û pêşîyê jî exlaq û manewîyat ku mirov nêrîn, ol û rabûn û rûniştina xwe li gor wê pêk bîne.”

Lêbelê Fesîh Bozan derbarê cudabûna AKPê ji Saadetê jî dibêje, “Di polîtîkaya derve de, wan gotin ku eger em li gel Amerîka û Ewropayê kar nekin, nahêlin em werin ser desthilatê û me li ser desthilatê jî nahêlin. Ji bo fikra wan bi vî rengî guherî, em ji ‘Nêrîna Netewî’ cuda bûn û partîyeke din ava kirin” û herwiha derbarê polîtîkayên AKPê de jî tekez dike, “Rê, rêbaz û prensîbên me bi temamî ji hev cuda ne. Ji xwe sîyaseta her partîyekê jî li gor rê, rêbaz û prensîbên wan e. Di temama kiryarên wan de, bo nimûne, dadwerî nirxeke hevbeş a mirovahîyê ye, lê ew ji vê yekê dûr ketine.”

Fesîh Bozan dibêje polîîtkaya partîya wî ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew e ku divê hemû dewletên navçeyê, Herêma Kurdistanê û Kurd li gel hev rûnin û bi wî awayî pirsgirêkên xwe çareser bikin û lê derbarê AKP de dibêje, “ew bi temamî li ser dîtineke neteweperest, li ser nêrîneke nijadperest in û bi temamî di enîya li dijî Kurdan de cih girtine û li ser vê yekê polîtîkayên xwe pêş dixin.”

Derbarê êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî ku Serokê Giştî yê Saadetê Temel Karamollaoglu piştgirî dabû wê êrişê, Fesîh Bozan dibêje, “Divê em du tiştan ji hev cuda bikin, meseleya terorê û meseleya mafên Kurdan, mexdûrîya Kurdan divê em ji hev veqetînin. Îro her dewlet divê li hember terorê sînor, milet û gelê xwe biparêze.”

Serokê Partîya Saadetê yê Şaxa Amedê dibêje jî, “Lê di meseleya êrişa bo ser Sûrîyê de em pir ji dil nabînin ka gelo ev operasyon li dijî terorê ye an bo tiştekî din e” û li ser pirsa, ‘Gelo hûn vê yekê çima bi aşkere nabêjin jî Fesîh Bozan helwest û bandora medyayê nîşan dide û dîyar dike, “Partî neçar e, hevsengîyê jî li ber çav bigire. Bakur, başur, rojhilat û rojavayê Tirkîyê, bo nimûne him berteka gel û bandora medyayê gelek heye ku mirovî terorîze dikin, ji ber vê yekê partî hinekê bi baldarî tev digere. Lê em weke partî, li şûna kuştin, pevçûn û tundîyê em dixwazin dîyalog, axavtin û aştî hebe û bi vî rengî pirsgirêk bên çareserkirin.”

Li ser pirsa Kurd li Tirkîye û navçeyê jî Fesîh Bozan tekez dike ku Tirkîye ev bi dehan sal e operasyonan pêk tîne lê ti encamek bidest nexistîye û radigihîne, “Ji ber ku Tirkîye ev 50 sal e, li hindûr, li Sûrîyê, li Iraqê operasyonan dike, ev 50 sal e, 50 hezar mirov hatine kuştin, ewqas pirsgirêkên aborî rû dane, lê mesele nehatîye çareserkirin û her ku diçe mesele mezin dibe. Em weke partî li hemberî tundîyê ne, kîjan alî mafdar be jî divê wê mafdarbûna xwe bi tundîyê na bi dîyalogê çareser bike.” Ew perpirsê Saadetê dibêje, “dewletê jî mafê wê heye li hemberî tundîyê, terorê xwe û xelkê xwe biparêze” lê tekez dike, “Em weke partîya Saadetê dibêjin heq û hiqûqa Kurdan a îslamî û mirovî çi bin divê bi dîyalogê ev bên dayîn.”

Serokê Partîya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan derbarê polîtîka, xebatên partiuya xwe yên li ser pirsa Kurd û herwiha helwesta partîya xwe ya li ser meseleya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkîyê dibêje, “Mafê xwendin û fêrkirina bi zimanê dayikê divê di destûrê de cihê xwe bigire û ev maf bê dayîn. Lê ji bo ku bibe weke zimanê fermî yên duyem di nav dam û dezgehên dewletê de, hinekê dem pêwîst e ji bo ku civak û şert û merc amade bibin.” Fesîh Bozan dîyar jî dike, “Li navçeyê her tiştê em ji xelkê dibihîzin, dibînin, em vediguhêzên bo navenda giştî û di vî warî de ti astengek li pêş me nayê danîn.”

Ew berpirsê Saadetê li Amedê, derbarê, “Çima xelk dengê xwe nade Saadetê li Kurdistanê?” îtîrafê bi kêmasîyên partîya xwe dike û dibêje, “Di vî warî de kêmasîyên me jî hene, di meseleya herêmê de, meseleya Kurdan de divê Saadet gavên zêdetir biavêje. Sîyaset tiştekî wisa ye ku divê mirov hesaba, Tirkan, Kurdan û Ereban jî li ber çav bigire û li gor wê tev bigere. Em vê yekê qebûl dikin ku miletê Kurd mafên wan weke mirovî, tiştê ku Xwedê daye ji bo herkesê hemû yek in, Xwedê reng û zimanan jî weke ayetên xwe dibîne. Lewma di pirsa Kurdan de, yanî Kurd miletek û nijadekî cuda ne, em vê qebûl dikin.”

Fesîh Bozan dibêje jî, “Lê em weke Kurd, Ereb,Tirk çiqas ji hev cuda bibin ewqas li hemberî emperyalîzmê lawaz dibin û zêdetir dibin pareyekî biçûk, ji ber hindê divê hemû bên li gel hev yekitîyekê çê bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi destê Amerîka û Rûsyayê meseleyên em çareser nabin, taybetî jî piştî 1980an polîtîkaya wan ew e milet bi hev bidin kuştin ku tim kaosek hebe. Ew şeran didin destpêkirin û divê em bizanin ew ne dostên me ne.”

Serokê Partîya Saadetê yê Şaxa Amedê Fesîh Bozan ji navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û weke ew dibêje, sala 1975an ji Qoserê koç kirine. Fesîh Bozan di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an berbijêrê Partîya Saadetê yê bo Şaredarîya Amedê bû.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin