
‘Fermînekirina Cejna Newrozê berdewamiya înkara Kurdan a rejîma Beas e’
.
Eniya Kurdistana Sûriyeyê, bertek nîşanî hikûmeta veguhêz a Sûriyê da ku Cenjna Newrozê nexistiye nav rojên taybet ên betlaneya fermî û wekî cejn qebûl nekiriye.
Eniya Kurdistana Sûriyeyê îro 6ê Cotmehê da xuyakirin, “Ev biryar delîleke eşkere ya berdewamiya siyaseta şovenîst a rejîma Beisê ye, ku bizav kir nasnameya gelê Kurd ji holê rake û dîrok, mafên wan ên neteweyî û çandî ji hole rake."
Eniyê diyar kir, fermînekirina Cejna Newrozê û berdewamiya li ser binavkirina 21ê Adarê wekî "Cejna Dayikan" berdewamiya eynî siyaseta rejîma berê ye, ku bizav kir bi rêya vî navî sembola Newrozê ji holê rake û wateya wê bi semboleke çêkirî biguherîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Cejna Dayikan li Sûriyeyê di 13ê Gulanê de bû, lê 21ê Adarê Cejna Newrozê ye, ku divê li seranserê Sûriyeyê wekî cejneke neteweyî itîraf pê bê kirin.
Eniya Kurdistana Sûriyeyê destnîşan kir, divê itîraf bi Cejna Sersala Êzîdiyan (Çarşema Sor) wekî bêhnvedaneke fermî ji bo xûşk û birayên Êzidî bê kirin. Herwiha daxwaza mafê bêhnvedanê di vê rojê de ji wan re dike, wekî rêzgirtinek li pîrozî, statuya olî û rûhî ya vê bûyerê û li ser bingeha wekheviyê di navbera hemî civakên Sûriyeyê de û rêzgirtina li taybetmendiyên wan ên çandî û olî.
Eniya Kurdistana Sûriyeyê da zanîn, înkarkirina berdewam a mafên neteweyî, çandî û olî yên Kurdan îspat dike ku hikûmeta demkî ya nû ji çarçoveya siyasetên berê yên Beisê derneketiye, lê eynî rêya înkarkirina hebûna Kurdan û paşguhkirina êşên wan ên dîrokî dişopîne.
Di daxuyaniyê de behsa serjimêriya awarte ya sala 1962yan hate kirin ku, bi sedan hezar Kurd ji nasnameya Sûriyeyê hatin bêparkirin, siyasetên erebkirin û guhertina demografiyê ku deverên Kurdistana Sûriyeyê kirine armanc û heta niha jî şûnwarên wan mane.
Eniya Kurdistana Sûriyeyê dawiyê jî hişyarî da ku, paşguhkirina sembolên neteweyî û olî yên gelê Kurd, nexasim Cejna Newrozê û Sersala Êzidiyan, dê xizmeta projeya nû ya Sûriyeyê neke ku her kes dixwaze. Îtîrafkirina bi van bûyeran wekî ceribandineke rastîn tê hesibandin, da ku niyeta baş a axaftinên li ser Sûriyeyeke nû ku li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina dualî û edaleta dîrokî ji bo hemî civakên welat bê selimand.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin