Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Kerkûkê: Em amade ne bi dil û can xaka pîroz biparêzin

Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Kerkûkê: Em amade ne bi dil û can xaka pîroz biparêzin

.

A+A-

Cîgirê Fermandarê Eniya Kerkûkê yê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Emîd Fatih Fewredeyî ragihand, tevî hemû qeyran û pirsgirêkên hikûmeta Iraqê ji bo xelkê çêdike jî Hêza Pêşmerge amade ye ku bi dil û can parastina axa pîroz a Kurdistanê bike.

Gewredeyî îro 13ê Tîrmehê ragihand: "Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li ser bidestxistina mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê rijd e, bi taybetî jî mafê mûçe û şayisteyên darayî, ku li ser pêşniyara aliyên derve û dijminên Kurdan, ji Bexdayê weke biryar hatiye derxistin."

Fermandar Gewredeyî ew gotegotên ku behsa ketina morala Hêza Pêşmerge li bereyên parastinê dikin red kir û got: "Hêza Pêşmerge, hêza parastina axa Kurdistanê ye. Demekê bêyî mûçe û bêyî ti alîkarî jî, parastina axa Kurdistanê kiriye. Pêşmerge ti carî ji bo mûçeyê sengerên xwe li hemberî dijminan bernade. Bîr û baweriya Pêşmerge li çiya û niha jî li bajaran, tu guhertin tê de çênebûye û amade nîne serê xwe ji dijminên Kurd re bitewîne."

Li gorî nûçeya K24ê Emîd Fatih Gewredeyî destnîşan kir, Hêza Pêşmerge di herêmên ku valahiya ewlehiyê lê heye de, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de, li gel artêşa Iraqê di nav hemahengiyê de ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin