Fermandarê Hêzên Asmanî yê serdema Beşar Esed hat girtin

Fermandarê Hêzên Asmanî yê serdema Beşar Esed hat girtin

.

A+A-

Fermandarê berê yê Hêzên Asmanî yên Sûriyeyê Îmad Nefûrî dema ku hewl dida bi belgeyên sexte ji Helebê derkeve derveyî welat, hat girtin.

Nefûrî bi salan di êrişên asmanî yên li herêmên di bin kontrola mixalefetê de cih girtibû û wekî yek ji berpirsiyarên êrişên bi bombeyên varîl dihat naskirin.

Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Helebê ragihand ku Nefûrî li taxa Ezîziyeyê ya Helebê di avahiyekê de xwe vedişart û di operasyoneke îstixbaratî de dema ku belgeyên sexte amade dikirin, hatiye girtin.

Li gorî nûçeya Şerq El-Ewsatê, rayedaran diyar kir ku Nefûrî piştî desteserkirinê ji bo ku ji ber tawanên şer bê darizandin, radestî saziyên dadweriyê hatiye kirin.

Bajarê xwe jî bombebaran kir

Nefûriyê ku ji bajarokê Nebekê yê li herêma Qelemonê ya Sûriyeyê ye, sala 2015an fermana êrişeke asmanî ya li ser bajarokê xwe dabû.

Di wê êrişê de 6 xizmên wî miribûn. Nefûrî, li ser navê rejîma Esed bi sedan êriş bir ser herêmên wekî Heleb, Îdlib, Hims, Reqa û Dêrezorê ku piraniya şêniyên wan mixalif bûn.

Bipêşketin û rola wî ya di nav Hêzên Asmanî de

Sala 2019an pileya Nefûrî ji bo lîwatiyê hat bilindkirin û piştî demeke kurt ew ji bo Birêvebiriya Operasyonên Asmanî û sala 2021ê jî ji bo Fermandariya Hêzên Asmanî hat tayînkirin.

Di dema wezîfeya xwe de wekî planker û pêkanerê êrişên bi bombeyên varîl dihat naskirin.

"Em li dû şopa sûcdaran in"

Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xetab derbarê mijarê de wiha got:

“Kî dibe bila bibe, eger êş û azar dabe Sûriyeyiyan, em dê dev jê bernedin.

Mafên gelê me nayên jibîrkirin. Sûcdar heta dawiyê dê bên şopandin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin