
Fermandarê CENTCOMê vebijêrkên êrişê danîn ber Trump
.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vebijêrkên êrişeke gengaz a li hemberî Îranê agahdar kir.
Hat angaştkirin Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper, Donald Trump li ser vebijêrkên êrişeke gengaz a li hemberî Îranê agahdar kiriye.
Li gorî nûçeya ABC Newsê ya ku xwe dispêre rayedarên Amerîkayî yên nexwestiye navê xwe eşkere bikin, Washington vebijêrkên êrişê dinirxîne.
Di nûçeyê de hat diyarkirin, Fermandarê CENTCOMê Cooperê ku tevlî dan û standinên nerasterast ên 6ê Sibatê yên li Umanê bûye Trump agahdar kiriye.
Hat destnîşankirin ku Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Dan Caine jî beşdarî wê civînê bûye.
"Divê Îsraîl şer bide destpêkirin"
Li gorî agahiyan, gelek endamên Partiya Komarî û rayedarên birêvebiriyê di hevdîtinên taybet de gotiye ku divê ne Amerîka, Îsraîl şer bide destpêkirin.
Hat îdiakirin ku operasyoneke hevpar a Amerîka û Îsraîlê di nav îhtimalan de ye.
Her wiha hat ragihandin ku keştî û balafirên şer ên Amerîkayê yên li herêmê di mesafeya lêdana Îranê de ne.
Du senaryoyên êrişê
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku du vebijêrkên sereke li pêşiya Trump hene:
Ya yekem: Ji bo ku Tehran şertan qebûl bike êrişeke sînordar e ku sîstemên mûşekan û tesîsên nukleer dike hedef.
Ya duyem: Operasyoneke demdirêj e ku armanca wê "rûxandina rejîmê" ye û ev dikare sîstema parastina asmanî ya Îranê qels bike.
Pêvajoya dan û standinan
Dan û standinên nukleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de yên ku Hezîrana 2025an ji ber êrişên Îsraîl û Amerîkayê rawestiyabûn, bi navbeynkariya Umanê ducare dest pê kiribû.
Her du alî 6ê Sibatê li Umanê ji bo dan û standinên nerasterast li hev civiyan û wan li ser berdewamiya têkiliyan li hev kir.
Gera duyem a hevdîtinan 17ê Sibatê li Cenêveyê hat kirin.
Aliyan ragihand ku bipêşketin çêbûye û wan biryar da ku 26ê Sibatê li Cenêveyê ducare bicivin.
Daxwazên aliyan
Îran dixwaze ku dorpêç werin rakirin û li hemberî wê bernameya xwe ya nukleer sînordar bike da ku rê li ber çêkirina bombeya atomî were girtin.
Amerîka dixwaze ku Tehran dewlemendkirina (meyandin) uranyumê bi temamî rawestîne û stoka uranyuma dewlemendkirî derxe derveyî welêt.
Di dan û standinan de sînordarkirina rêjeya dewlemendkirinê, rewşa 440 kîlogram uranyuma ku ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin, salnameya rakirina dorpêçan û mekanîzmayên piştrastkirinê tên gotûbêjkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin