Fermandarê CENTCOMê çû Rojavayê Kurdistanê

Fermandarê CENTCOMê çû Rojavayê Kurdistanê

,

A+A-

Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla çû Rojavayê Kurdistanê.

Erik Kurilla bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya û li kampên Roj û Holê vekolîn kirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Michael Erik Kurilla seriyek daye hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li Urdin, Misir, Îsraîl û Rojavayê Kurdistanê.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de got:

“Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla ji bo vekolîna rewşa mirovî û ewlehiyê ya herêmê û hevdîtinên bi şirîkên Amerîkayê yên ewlehiyê re, di navbera 26ê Sibatê û 2yê Adarê de çû Urdin, Misir, Îsraîl û Sûriyeyê.”

Michael Erik Kurilla li Rojavayê Kurdistanê baregehên leşkerî yên li Dêrikê ziyaret kirin.

Fermandarê CENTCOMê li ser têkoşîna bi DAIŞê re agahiyên nû wergirtin.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, Michael Erik Kurilla kampên Roj û Holê yên li Rojavayê Kurdistanê jî ziyaret kirine.

Fermandarê CENTCOMê bi rayedarên HSDyê re li ser mijarê wekî, “vegerandina girtiyên DAIŞî û xizmên wan û entegrasyona wan kesan” hevdîtin kirin.

Heriha di daxuyaniyê de hat gotin ku li kampên Roj û Holê herî kêm 45 hezar penaber û zêdetirî 9 hezaran DAIŞî hene.

CENTCOMê da zanîn ku Kurilla berî Rojavayê Kurdistanê çûye Îsraîlê jî û bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, Sererkan Herzi Halevi û rayedaran re civiyaye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin