Fermandar û şêwirmendên welatên hevpeymaniyê serdana gor û monumenta Barzaniyan kirin

Fermandar û şêwirmendên welatên hevpeymaniyê serdana gor û monumenta Barzaniyan kirin

.

A+A-

 Bi serperştiya General Nick Ducich, fermandar û şêwirmendên welatên hevpeymaniyê, weke Amerîka, Birîtanya, Holenda, Elmanya, Fransa, Hungariya, Fînlenda û Slovakiya, serdana gor û monumenta Barzaniyan kirin.

Li gor zanyariyan, Şanda mêvan serdana gor û monumenta Barzaniyan kir, pişt re serdana muzexaneya enfalkiriyên Barzaniyan û şikefta dêrîn a Şaneder û çend seyrangehên devera Rewandizê kir.

Serokê şanda hevpeyman General Nick Ducich li ser gora nemiran, li ser rola Barzaniyê nemir di xebata destxitina mafên rewa yên miletê Kurd de axivî û şandê rêz û pêzanîn ji bo serkirdatiya Barzanî û xebat û bedelên gelê Kurd dan xuyakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin