Federasyona Rûsyayê ji Desteya Mafên Mirovan a NYyê hatiye derxistin

Federasyona Rûsyayê ji Desteya Mafên Mirovan a NYyê hatiye derxistin

.

A+A-

Civata Giştî ya NYyê ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li Ûkraynayê, Rûsya ji Desteya Mafên Mirovan derxistiye. 193 endamên Civata Giştî hene. 93 welatan gotiye bila ji endamtiyê were derxistin, 24 jî li dij derketine.

Federasyona Rûsyayê ji Desteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî hatiye derxistin. Ji bo vê mijarê li Civata Giştî ya NYyê civhinek pêk hatiye. Di civînê de 93 welatan gotiye bila ji endamtiyê were derxistin. 24 welat li dij derketine û 58 welat jî bêalî mane. 

Rûsya, Çin, Kuba, Koreya Bakur, Îran, Sûriye û Wietnam çend welatên ku li dij derketine. Hindistan, Brezîlya, Afrîkaya Başûr, Meksîka, MisirErebistana Siûdiyê, Mirnişînên Erebî, Urdin, Qeter, Kûveyt, Iraq, Pakistan, Sîngapûr, Malezya, Endonezya û Kampûçya çend welatên ku bêalî mane. 

Desteya Mafên Mirovan a NYyê 

Di sala 2006ê de ava bûye. Civata Giştî ya NYyê ji bo sê salan welatên endam ên NYyê weke endamên Desteya Mafên Mirovan hildibijêre. 

47 endamên wê hene. Ji ber ku car caran welatên dibin endam ji nav welatên ku mafên mirovan binpê dikin, tên hilbijartin rêxistinên mafên mirovan û welatên endam ên NYyê vê mijarê rexne dikin. 

Beriya dengdanê Nûnerê Daimî yê Ûkraynayê le NYyê Sergiy Kyslytsya axiviye û Desteya Mafên Mirovan şibantiya keştiya Tîtanîkê. Kyslytsyayî gotiye ku endamtiya Rûsyayê were sekinandin, bi tenê ev ê bikaribe nehêle keştî noqî avê bibe.

Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NYyê Gennady Kûzmînî jî bang li welatên endam ên NYyê kiriye û gotiye li dijî vê daxwazê derkevin: 'Em van îdiayên bêbingeh ên li dijî xwe qebûl nakin." Kûzmînî bang li endaman kiriye û gotiye, "li dijî hewldana welatên Rojavayî û hevalbendên wan a rûxandina mîmariya mafên mirovan a heyî, dengan bidin."

Tabloya giştî ya encama dengdanê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin