Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Fanatîzm  û  gelkûjî

A+A-

Nuri Aldur

Hewes û dilxwazî/daxwazî nikarê xwe veșêrê û eve bo ferd, grûb, organîzasyon û dewletan heman tiște. Belkî bo taktîk û politîka hinek dezgeh û dewlet hewesên/entresên xwe pêșî naxwazin nîșan bidin; lê ewan wê zû-dereng bixwazin ku van entresên xwe bixne aktîvîtêtê û bo ku armanca xwe realîte bikin wê felsefa xwe yî manewî tedbîq bikin.                         

Çine evan hewes, entrese anjî daxwaznamên wan yên pêșerojan wan? Eve karêt olî be, karêt îdeolojîk be anjî karêt efsanewî û felsefî be. Ezê nûha li vir bi dû mînakan, erê bi dû mînakên ku bi wahșet- û barbarî  li ser kesên sivîl hatîye tedbîq kirin bo we xwendevanên Rûpela nû bênime ber çavan:                                                                                        

Havîna 2014 an: daiș a ku bi navê allah, qûran, dîn û îman, sûnî û misilman hûcûmî kurdên Șingalê kirin; bi hezaran kurd kûștin, dest avêtin namûsa kurdan, zarok sêwî hiștin û keç û jinên me revandin û gelek ji wan nûha jî di destên wan ne-merovandana. Vê komkûjîyê/gelkûjîyê brînên kûr û traumayên mezin di nav kurdande çêkirine. Û eve bi navê ûmet û miletê îslamî hatîye kirin.                                          

Payîza 2023 an: hamas a ku bi nave allah, quts, pêxember û filistînîyan/araban hûcûmî yahûdîyan/îsraîlîyan kirin û ji hezar kesî bêhtir qetl kirin: zarok, bebek, keç û jin, xort û pîr kuștin û gelek jî revandin û hêjî evan esîran di destên hamas ê de ne. Nokteke ku kesên normal zahmete ku fam-qabûl bikin eve ku gelek ji wan kesên hamasê qetlkirin û revandine tekoșerê demokrasîyê, hevalbendên dostanîya nabeyna filistînî û îsraîlîyan bûn, aktivîstên aștîyê bûn – bi gotinekedin dostên filistînîya bûn. Lê ev ne xema hamasa kevneperest û fanatîke.  

Tiștekî ecêbe/entresante ku bawerî, metod, stratejî û hedefên van her dû grûban/makînên qetlîam û kom/gelkujîyan heman yekin. Evan her dû organîzasyonên ne merovî vê politîka û felsefa xwe yî pîs û genî - wahșet û barbar di vê dema modern de bi kar tênin; lê bê goman ewan ne bi ser ê xwe ne û kesên ku wan diparêzin û wana mina fedayî û qahramanan jî dibînin ne kêmin.                                                                                          

Evan grûban ne alternatîvin bo rizgarî, hûzûr û xweșîya kes û deran. Ewan ne model û hêvîyên pêșeroj û hatina gelan û welatanin. Daiș li Rojhelata navîn hat sekinandin, pelixandin û heyfa gelek kurdan/șingalîyan hat standin. Wê hamas jî mina dest û birayên xwe yî daișî liqayî heman dawî û qederê bibe.

NOTEKE GIRING: ez bi kûștinên hemû sivîlên li Gaza û Îsraîl xemgînim, ji xizm û malbatan re sabr- û tahamûl dixwazim û tarafdarê çareserîya dû-dewletîme.

Nuri Aldur

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin