Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ez û Dilbikul Cizîrî Helbestvanê Cizîra Botan

A+A-

 

  Ji mêj ve, min divîbû şarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarşiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû. Ev navên ku ji mêj ve min bihîstibûn, lê min ew nedîtibûn, xewin bû ku serdana wan bikim.. 

  Di roja 20ê tebaxê 2008an, li ser daxwaza şaredariya bajarê Cizîra Botan û serokê wê birêz Aydin Budak, çûm bajarê Cizîra Botan, da ku beşdariyê di wan rojên çand û hunerê yên bi navê (Ziman rûmet e û rûmet ziman e) bikim.

  Destpêka panela min bi van gotinan bû: "Li ser daxwaza xelkên Cizîrê, bajarê Cizîrê û serboriya wê ya dîrokî ku landika şaristaniyê ye.. Li ser daxwaza şêxê nêçîrvanan Mîr Mihema û herdu pezkoviyên wê; Efno û Hejale.. Li ser daxwaza Mîr Şeref û medreseya Sor.. Li ser daxwaza meleyê Cizîrî û Selamayê.. Li ser daxwaza Feqehê Teyran û Ava Dicle.. Li ser daxwaza Ehmedê Xanî û Mem û Zînê.. Li ser qêrîna Mîr Bedirxanê Botî di Birca Belek de ku (Dîn dînê Xwedê ye, em tev birayê hevin), yê ku ku biyaniyan di derheqa wî de gotin: (Bedirxan edalet e û edalet Bedirxan e), û li ser hawara Xelefê Şûvî: "Ez Xelef im Xelef im  Haware Mîro hawar e.."..

  Li bajarê Cizîrê, çav bi helbestvanê wê birêz (Dilbikul Cizîrî) ketim. Evê ku ala Cizîrî, Xanî û Teyran hildaye ser milên xwe û qebûl nake Cizîr bê helbestvan bimîne.. Cihê wan bi hunandina helbestên xwe dadigire.. Min û wî çend rojên xweş bi hev re derbas kirin.. Piştî ku ez zîvirî Qamişlo, di çûna xwe a Cizîrê û helbestvanê wê Dilbikulê Cizîrî de ponijîm û min ji xwe re got:

Çiyayên bilind bê teyrên baz nabin.. Geliyên kûr bê av nabin.. Bajarê Cizîra Botan bê helbestvan nabe..

 Wek ku kurd dibêjin: Dil li cem dila ye.. Helbestvan Dilbikul Cizîrî jî, ev helbest li dor naskirina min xwe, di rûpelê xwe de belav kiriye:

(Helbesta Min a der barê Rêzdar Konê Reş de

Konê Reş…

Ronakbîrê me Kurda ye Konê Reş

Bizanin gelkê hêja ye Konê Reş

Ku Kurdistan welatê wî esasî

Lê ew xelkê Rojava ye Konê Reş

Welatperwer û kurdperwer û Kurdhez

Bo xelkê Kurdî Seyda ye Konê Reş

Dema pênûsê kar tînit bi rastî

Kulîlka baxê medya ye Konê Reş

Nivîsên wî dixwînim ez bi lezzet

Bi wî Qamişlo ava ye Konê Reş

Evîndarê Bedirxanên Cizîrî

Di der heq wan de zana ye Konê Reş

Belê her çendi hinkê kal bibit jî

Lê şêrîn şubhê helwa ye Konê Reş

Dixwazim ez temen gelkê dirêj bit

Ji Dilkul bo wî dua ye Konê Reş.

Dilbikul).

n-3.png

Önceki ve Sonraki Yazılar