Ez dê çima serdana Erebistana Siûdî bikim? Adil Baxewan*

Ez dê çima serdana Erebistana Siûdî bikim? Adil Baxewan*

.

A+A-

Adil Baxewan

Berî du salan, dema ku nû nola serok vegeriyabû Koşka Spî û ji gotara destbikarbûna wî heya sala yekê ya karkirina wî jî, me hest bi nediyariyeke dramatîk a Rojhilata Navîn di cîhanbîniya Serok Bidenî da dikir.

Dîplomatekî Amerîkî ji min re got: “Tekane pirsgirêka Amerîkaya Biden li Rojhilata Navîn bi tenê Îran e û ew hemû welatên Kendavê, tew Iraq, Urdun û Misrê jî her di çarçoveya Îranê de dibîne û di wê baweriyê de ye ku çareserkirina pirsgirêkan bi Îranê re dê dawî li krîzên Iraq, Sûriye, Yemen û tew Libnanê jî bîne!”

Her vê yekê jî wisa kir ku di du salên borî de em di çend gotar û konferansan de behsa paşvekişîna ji pabendiyê li Rojhilata Navîn bikin. Lê dîsa roja înê ya vê heyvê, 15ê tîrmeha 2022an, Serok Biden li bajarê Cedde yê Erebistana Siûdî dê bi beşekê giring yê serkirdeyên Rojhilata Navîn re bicive û di gotareke xwe de jî ku di rojnameya Washington Postê de li jêr navê “Ez ê çima serdana Erebistana Siûdî bikim?” weşand; peyva efsûnî ya engagementê bikar tîne ku di zimanê kurdî de tê wateya pabendiyê.

Li ser maseya gotûbêjên Serok Biden û serkirdeyên Rojhilata Navîn, şeş dosyeyên sereke ji bo gengeşe û diyalogê hatine amadekirin ku her yek ji wan ji ya dinê alzotir e.

Dosyeya yekem: Îran û her du mijarên bernameya çekên atomî û milîskirina Rojhilata Navîn

Heke di du salên derbasbûyî de, bi tenê bernameya çekên atomî ya Îranê cihê guhpêdana Serok Bidenî bû, ji niha û bi şûn de dê stratejiya Tehranê ya milîskirina Rojhilata Navîn nola metirsiyeke mezin ji hêla rêveberiya Biden ve were temaşekirin, lewma jî Biden di gotara xwe de her du mijar bi hev ve girêda.

Reftara Serok Biden ligel bernameya çekên navokî yên Îranê li ser du aliyan dimeşe: Yê yekem ew e ku Îranê razî bike bê şert û merc vegere rêkeftina 2015an. Yê duyemîn jî çêkirina zexta herî zêde ya aborî û siyasî li ser Îranê ye ji bo ku bi wê vegerê razî bibe. Ji ber vê yekê, yek ji mezintirîn wateyên komkirina wan hemû serkirdeyên Rojhilata Navîn li Erebistana Siûdî, hevrika Îranê, di vê çarçoveyê de ye.

Ji aliyekî din ve, Amerîkaya Biden dixwaze sînorekê ji bo stratejiya çekdarkirina milîsan li Rojhilata Navîn deyne, lê çawa, kengê û bi kîjan mekanîzmayê? Bi dîtina min, ev lap aloz e û ez niha û li vir nafikirim ku Koşka Spî xwedan metodeke zelal e.

Dosyeya duyem: Şerê navxweyî li Sûriyê

Di germahiya şerê navxweyî yê Sûriyê de, Serok Obama got: Bikaranîna çekên kîmyayî xeta sor e û eger rejîm wan çekên kîmyayî bikar bîne, em ê destwerdana leşkerî bikin, lê rejîma Sûriyê ew çekên kîmyayî bikar anîn û Obama jî qet destwerdan nekir. Biden wê çaxê cîgirê serok bû! Niha ku kesê yekem e di Koşka Spî de, dixwaze bi awayekî ji awayan dawî li wî tiştî bîne ku di babeta xwe de nav lê kiriye: Şerê navxweyî yê Sûriyê. Ev hevok pir girîng e, ji ber ku hemû aktoran dixe yek astê, rejîma Beşar Esed jî di nav de!

Ji bo dûrxistina Sûriyê ji Îran û Rûsyayê, gelo Amerîka dê ji welatên erebî bixwaze ku pêwendiyên xwe ligel Sûriyeya Esedî asayî bikin, wek ku niha Îmarat dike, yan dê stratejiya guhertina rejîmê kedî bike? Dîsa, bi dîtina min, tu yek ji van her du rêyan bi gul û çîçekan nehatiye çandin û dê her yek ji van her du bijareyan Koşka Spî bi çend girewên mezin re rûbirû bihêle.

Dosyeya sêyem: Krîza ewlehiya xwarinê

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gefeke mezin li ser ewlekariya xwarinê çêkiriye û Rojhilata Navîn jî ku qada dewletên lerzok e, bi vê gefê re rûbirû ye. Rêveberiya Biden ji derencamên civakî, siyasî, aborî û jeopolîtîk ên vê gefê hişyar e, lewma dixwaze her ji niha ve van hemû tedbîran werbigire da ku pêşî li têkçûna dramatîk a ewlehiya xwarinê li Rojhilata Navîn bigire.

Dosyeya çarem: Kabûsa terorîzmê

DAIŞa ku ji xîlafeta xwe rizgar bûye, ji DAIŞa bi xîlafeta xwe pir xetertir e, ji ber ku êdî ne neçarî parastina axekê, cemawerekê, sînorekî û çend saziyên dewletî ye. Zêdetirî çend mehan e, pir bi kêmî em rojekê derbas dikin bêyî ku em êrîşeke DAIŞê têbînî nekin, her ji êrîşkirinê heta digihe revandin, otomobîlên bombebarkirî, teqînên xwekujî û hwd.

Ger terorîzma DAIŞê ne di asteke tam xofdar de be, bê guman Serok Biden wê nake yek ji şeş dosyeyên sereke yên danûstandinan. Bi baweriya min, di vî warî de, Herêma Kurdistanê û rêveberiya kurdî li Rojava dikarin kartên xwe bikar bînin û xwe li paş perdeyan li ser ajendaya civînên Ceddeyê ferz bikin.

Dosyeya pêncem: Kolanên siyasetê yên girtî li Iraq, Lîbya û Libnanê

Ev derbirîna Serok Bidenî çiqas girîng e! Di gotara xwe de, rewşa siyasî li Iraq û Libnanê di heman asta şerê navxweyî li Lîbyayê de datîne. Di demekê de ku heta niha li Libnan û Iraqê şerê navxweyî tenê hîpotezek e, lê ne rastiyeke şênber e. Em vê yekê çawa bixwînin?

Heke li Lîbyayê, şerê navxweyî welat xistibe nav kolaneke siyasî ya girtî, li Iraq û Libnanê metirsiyeke dorfireh heye ku kolana siyasî ya girtî her du welatan ber bi cengeke navxweyî ya kujer bibe. Lewra Serok Biden li krîza siyasî li van her sê welatan wek yek kategoriyê ji aloziyê dinêre.

Têbînî: Bi baweriya min, di vê qadê de jî, Herêma Kurdistanê dikare “amadeya neamade” ya danûstandinan be û ji bo vê mebestê jî kartên fişarê li ber destê wê hene, eger wan wek pêwîst bikar bîne, yên herî sereke jî her du kartên serokatiya komarê û wezareta derve ya Iraqê ne ku li ber destê kurdan in.

Dosyeya şeşem: Mijara mafên mirov!

Di destpêka destbikarbûna wî wek serokê Amerîkayê, rêveberiya Biden girîngiyeke herî mezin dida prensîbên mafên mirov û tê bîra min ku min di bernameya (Rûdawa Îro) ya Rûdaw TVyê de got: Ev nirxekî pir baş û bedew e, lê di dawiyê de rêveberiya Biden dê vegere çanda sar a dewletê û tew min got dê bi Mihemed Bin Selman re jî rûnê.

Rast e Serok Biden di gotara xwe de vê dosyeyê jî tîne ser maseya gotûbêjan, lê ev jî rast e ku tenê di çarçoveya qewîtî û pêşniyaran de dimîne. Roja înê, Serok Biden dê ne tenê bi Mihemed Bin Selman re bicive, dê wî bike navenda cîhanê jî.

Dawî

Li ser nexşeya siyasî, dê roja îna bê bi her wateyekê ji bo Rojhilatiyan bi giştî û Iraqiyan bi taybetî rojeke pir taybet be.

Di heman rojê de, dê Serok Biden û hindek serkirdeyên Rojhilata Navîn bicivin û nexşerêya veger û pabendbûna jinûve ya Amerîka bi Rojhilata Navîn deynin. Muqteda Sedr dê mezintirîn mîtînga nimêja înê ya piştî vekişîna wî ji parlamentoyê li dar bixe. Hêzên Çarçoveya Hemahengiyê di amadebaşiya ji sedî 100 de ne. Çavekê Komara Îslamî ya Îranê li ser Ceddeyê ye û çavê wê yê din jî li ser Bexdayê ye. Qeys Xezelî daxwaz dike ku li hawara rewşê werin û têkçûna wê ne di berjewendiya tu kesî de ye. Pêwendiyên Nûrî Malikî û Komara Îslamî li ser posta serokwezîr diderize.

Di nêv vê rewşa aloz de, gelo divê Kurd çi bikin? Gelo Kurd dikarin çi bikin? Ez hêvîdar im ku bikarim gotara xwe ya bê ji bo axaftina li ser van her du pirsan veqetînim.

* Dr. Adil Baxewan: Rêveberê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin